Ji bo Arjîn û Avaşîn banga alîkariyê

Du xwişkên bi navê Arjîn û Avaşîn ên ji Colemêrgê pêwîstiya wan bi alîkariyê heye ji bo ku derman bibin. Bavê her du keçan diyar kir ku ji ber feqîriyê ew nikarin keçên xwe derman bike.

Arjîn û Avaşîn Acar ji bajarê Colemêrgê ne. Bi wan re nexweşiya Lokodîstrofî ango helandina mêjî çêbûye. Di serî de Arjîn bi vê nexweşiyê dikeve, niha jî xwişka wê ya 4 salî Avaşîn jî toşî vê nexweşiyê dibe. 

Der barê mijarê de bavê her du keçan Faysel Acar ji Ajansa me re axivî û xwest ku her kes ji bo dermankirina Arjîn û Avaşîn alîkarî bidin wan. 

Bav Faysel Acar xwest dengê xwe bigihîne her kesî û got: "Arjîn berê daxivî, dibeziya, dimeşiya û bi hevalên xwe re dilîst. Lê mixabin ji sê saliya xwe ve nexweş ket. Navê nexweşiya wê Lokodîstrofî ango helandina mejiye ye."

Di berdewama axaftina xwe de Acar got: "Nêzî 7 salan çi di destê min de hebû, min da ji bo ku Arjîn derman bikim. Lê belê niha êdî tiştek di destê min de nemaye ku her du keçên xwe û di serî de Arjînê derman bikim. Keça min Arjîn niha felce, ne daxive û ne jî tiştekî dikare bike." 

Acar diyar kir ku ne tenê Arjîn keça wê ya 4 salî Avaşîn jî her ku mezin dibe, bi heman nexweşiyê ketiye û wiha axivî: "Ji bo ku nexweşiya Avaşîn jî zêde nebe, divê bê ku dereng bimîne were dermankirin. Eger ev nexweşî neyê dermankirin, her du keçên min dema gihiştin 16 yan jî 17 saliya xwe wê êdî nejîn."

Acar ji xêrxwazan xwest bi rêya vê nûmaraya telefonê xwe bigihînin wan: 00905354168088

...