IOM: Li Lîbyayê koçber li bazarên koleyan têne firotin

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya NY ragihand, li Lîbyayê bazirganên mirovan bazara kirî û firotina koleyan ava kirine.

Nûnerê Lîbyayê yê Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (OIM) a ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) Othman Belbeîsî, li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, agahiyên ji şahidan bi dest xistî parve kir û bal kişand ser bazarên koleyan ên koçber lê têne firotin.

Belbeîsî diyar kir, koçber li van bazarên li Lîbyayê di berdêla 200 heta 500 dolarî têne firotin û anî ziman, kesên ku koçberan dikirin, wan piştre di 'karê xwe' de bi kar tînin. Belbeîsî destnîşan kir, ku hin koçberan karîbûn ji nava lepên bazirganên mirovan birevin û anî ziman, lê hê jî gelek koçberên mîna koleyan hene.

Dîrektorê Mîsyonên Taybet ên IOM Mohammed Abdîker jî got, rewşa li Lîbyayê 'rewşeke tirsnak' e. Abdîker diya rkir, koçberên dikevin nava lepê bazirganên mirovan, bi rengekî bi rêk û pêk birçîbûn, îstîsmara zayendî û mirinê dibînin.

Li gorî rapora IOM, koçberên tên Lîbyayê û piraniya wan penaber in, li qadên vekirî, li bazarên koleyan têne firotin. Li gorî raporê, ya îstîsmara zayendî li jinan tê kirin, ya jî bi vê armancê weke koleyan têne firotin.

Di rapore de hat ragihandin, piraniya koçberên ji bo biçin Ewropayê ji welatên Afrîkayê hatine, dîl hatine girtin û di berdêla fîdye de têne berdan.

Piştî ku Mûammer Kaddafî di sala 2011'an de hate têkbirin, li Lîbyayê serdestiya komên cuda rû da. Tevî 'Hikumeta Yekîtiya Neteweyî' ya li Trablûsê, li rojhilat û başûrê welêt gelek komên milîs hene. Ji ber nearamiya siyasî, Lîbya ew cih e ku bazirganên mirovan lê gelekî tevdigerin.