Hin cureyên kanserê gelekî zêde bûne

Rojnameya Le Monde li gorî daneyên Ajansa Tenduristiya Cemaweriyê ya Neteweyî ya Fransayê nûçeyek amade kir û ragihand, cureyên kanserê di rêza duyemîn a sedema mirinê de cih digirin.

Li gorî salên navbera 1980-2012'an, mirina ji ber cureyên kanserê ji sedî 34 kêm bû. Lê dîsa jî, tenê di sala 2015'an de 148 hezar kes ji ber kanserê jiyana xwe ji dest dan.

Li Fransayê ku 66 mîlyon nifûsa xwe heye, 355 hezar kes di sala 2015'an de bi kanserê ketin. Di raporê de hat ragihandin, ji nava 33 cureyên kanserê rîska pê ketina bi 21 ji van cureyan zêde bûye.

Hat destnîşankirin, ku piştî nexweşiyên kardiyo-vaskuler, cureyên kanserê di rêza duyemîn de sedema mirinê ne. Di raporê de hat ragihandin, rêjeya mirovên di navbera salên 30-49 de bi kansera pêsîrê dikevin, zêde bûye. Li gorî raporê, di nava jinên navbera 50-79 de rîska ketina bi kanserê kêm bûye. Hat destnîşankirin, ku ev yek bi saya qedandina tedawiya hormonal a di dema menopozê de pêk hatiye.

Li gorî rapora ajansê, bûyerên kansera prostat li Fransayê di nava 35 salan de ji sedî 118 zêde bûne û ev yek cureyekî kanserê ye, ku zêde tespît dibe. Di nava cureyên kanserê de ku li vî welatî zêde dibin, kanserên tîroîd û testîkul gelek in.