Heyva Sor a Kurdistanê: Divê alîkariya ji bo Bakurê kurdistanê zêdetir bibe

Heyva Sor a Kurdistanê 25’emîn Kongraya xwe li dar xist. Di kongreyê de biryar hate girtin ku hê zêdetir alîkarî ji bo gelê ku li Bakurê Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser hatin kirin bê dayîn.

Saziya Alîkariyê ya Kurdistanê Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) li bajarê Essen ê Elmanyayê 25’êmîn Kongreya xwe li dar xist.

Di kongreya ku 100 delege û gelek mêvanan beşdar bû de, destpêkê Serokê Heyva Sor Dr. Rojvan Bîlgîn axivî.

Bîlgîn, di axaftina xwe de xebatên Heyva Sor yên sala 2016’an bi awayekî berferh nirxandin û got: “ Me berovajî salên derbasbûyî, sala 2016’an ji ber encamên xerab yên êrîşên dewleta Tirk, hemû derfetên xwe ji bo bicihanîna pêdiviyên jiyanî yên xelkê Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever, Şirnex, Hezex, Silopî û hemû deverên wêrankirî bikar anîne.”

Dr.Rojvan Bîlgîn bi bîr xist ku wan li gel xwedîderketina li Bakurê Kurdistanê, destê alîkariyê dirêjî Şengal, Rojava û şêniyên taxa Şêx Meqsûd jî kirine.

Bîlgîn di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê û wiha got: “Ew ê sala 2017’an ji bo bersivdayîna daxwazên kesên muhtaç hemû derfetên xwe seferber bikin.”

Rojvan Bîlgîn ji bo vê yekê bang li hemû Kurdistaniyên Ewrûpa û cîhanê kir ku bi awayekî çalak beşdarî kampanya Malbatên Xwişk û Bira bibin.

SARIYILDIZ: HEYVA SOR BÛ HÊVÎ

Piştî Dr. Rojvan Bîlgîn, parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz axaftinek kir û got, bi saya alîkariyên hatine kirine, Heyva Sor a Kurdistanê bûye hêvî û cihê baweriya gelê Kurd û ji ber xebatên hatine kirin, malavahiya hemû kedarên Heyva Sor kir.

Nûnerên NAV-DEM, KOMAW û Federasyona Komelên Êzdiyên li Elmanyayê jî bal kişand ser girîngiya rista Heyva Sor a Kurdistanê.

Saziya alîkariyê ya Rojava, Heyva Sor a Kurd jî ji bo kongreyê peyam şand, ji ber xebatên ku li Rojava kirine, Heyva Sor a Kurdistanê silav kir.

Piştî axaftinan, dîwana Kongre hat hilbijartin û raporên xebat û darayê yên sala 2016’an hatin xwendin.

Di nirxandinan de hat gotin, ji ber êrîş û zilma dewleta Tirk, Heyva Sor a Kurdistanê sala 2016’an bi desteka Kurdistaniyên li Ewrûpa û cîhanê alîkariyek bi rûmet ji bo deverên wêrankirî yên Bakurê Kurdistanê hatine kirin.

Delegeyên raporên xebat û darayê erê kirin û soz dan ku ew ê sala 2017’an hê zêdetir ji bo bajar û navçeyên wêrankirî yên Bakurê Kurdisdistanê xebatên xwe zêde bikin.

Her weha hat gotin, ew ê hewldanên xwe ji bo bicihanîna pêwîstiyên Rojava û Şengalê jî dewam bikin.

Di dawiya Kongreyê, di encama hilbijartinan de Îpek Oztaş, Dr. Rojvan Bîlgîn, Srûşt Sabir, Mûsa Şêx Mûsa, Vahdettîn Kiliç,Çekdar Ûruç û Mûrat Vargun ji bo desteya rêveber a Heyva Sor a Kurdistanê hatin hilbijartin.