Hevserokên HDP'ê cejna Xadîr-î Hûm a Elewiyên Ereb pîroz kirin

Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, cejna Xadîr-î Hûm a Elewiyên Ereb pîroz kirin û gotin, ew piştgiriyê didin daxwaza bûyîna betlaneya fermî ya vê rojê.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş daxuyaniyeke nivîskî weşandin û cejna Xadîr-î Hûm a Elewiyên Ereb pîroz kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Elewiyên Ereb bi sedan salan e di cejna Xadîr-î Hûm de her qada jiyanê vediguherînin cejnê û ruhê biratiyê, hevgirtin û piştgiriyê seferber dikin.

Di daxuyaniyê de  hat gotin: "Em cejna Xadîr-î Hûm ya gelê xwe yê Ereb ên  Elewî bi dil û can pîroz dikin.” Di dewama daxuyaniyê de daxwaz û hêvî hat kirin, ku cejna Xadîr-î-Hûn bibe wesîleya aştî, wekhevî û hezkirina navbera gelan.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku ew piştgiriyê didin daxwaza bûyîna betlaneya fermî ya vê rojê.