BI DÎMEN

'Herêma Ewlekariyê' zozan bê Koçer hişt!

Zozanên Bakurê Kurdistanê, di bin navê 'herêma ewlekariyê' de bê mirov hatin hiştin. Ji ber vê qedexeya dewleta Tirk, Koçer dikarin biçin zozanan.

Li Bakurê Kurdistanê, ku hema bêjin teknolojiya pîşesaziyê qet nehatiyê, çandinî û xwedîkirina heywanan çavkaniya debarê ya bi hezaran salan e. Lê belê, bi bahaneya şerê ji ber neçareseriya pirsgirêka Kurd rû dide, beşeke mezin a zozanan weke 'herêma ewlekariyê' hat ragihandin. Koçerên ji Wanê heta zozanên Marînos, Kato Jîrka, Berçelan, Meydanzengil û Laliş ên Colemêrgê digerin, îsal li quntara çiyayê Erek ê Wanê asê man e.

Ji van koçeran Halîl Acar da xuyakirin, ku eger bi bahaneya şer destûr ji wan re neyê dayîn biçin zozanan, ew ê neçar bimînin dest ji karê xwedîkirina heywanan berdin û anî ziman, tevî hemû zor, zehmetî û astengiyan jî ew karê xwedîkirina heywanan dike. Acar got, "Em qewmekî Koçeran e, ku emrê me bi vî rengî derbas dibe. Em nikarin bibin karmend, em nikarin li kargehan bibin karker. Baş e, eger em vî karê xwe yê xwedîkirina heywanan nekin, em ê debara xwe bi çi bikin? Dema zozan û çêrgeh weke herêma ewlekariyê tên îlankirin, hingî em gelekî zehmetiyan dikişînin. Eger em heywanên xwe nebin zozanan birçî dimînin. Dema em diçin zozanan jî dikarin tiştekî bînin serê me û bêjin 'hûn çima hatin herêma ewlekariyê?' Sektora çandiniyê ji xwe nema, eger sektora xwedîkirina heywanan jî biqede, ev gel wê debara xwe bi çi bike?"

Şivanekî din Mehmet Gurbuz jî bal kişand ser bomberdûmana li zozanan tê kirin û ragihand, wan nikarîbûn îsal xwe bigihînin zozanên Colemêrgê. gurbuz got, "Dema çend zozanên nehatibin qedexekirin ma bin jî, hema yekser biryara qedexekirina wan digirin. Gava em li zozanan bin û biryareke bi vî rengî bê girtin, em dikevin nava rewşeke zehmet. Ji ber vê yekê em îsal neçûn zozanan. Her wiha balafir bombeyan li zozanan dibarînin. Ev 30 sal in timî qedexe derdikevin pêşiya me. Zozanên bi xêr û bêr ên Colemêrgê li benda me ne, lê em nikarin biçin."

...