HDP: Fîdel Castro ji bo tevahî gelan çavkaniya îlhamê ye

HDP’ê, ji ber Fîdel Castro jiyana xwe ji dest da peyamek weşand, diyar kir ku ji bo tevahî gelên berxwedêr bûye çavkaniya îlhamê.

Desteya Rêveberiya Navendî (DRN) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî Lîderê Şoreşa Kubayê Fîdel Castro jiyana xwe ji dest da peyamek nivîskî weşand.
Di peyamê de ev hatin gotin:

“Me wefata Fîdel Castro yê 90 sal emrê xwe ji bo têkoşîna serxwebûn, sosyalîzm û şoreşê ya gelê Kubayê û tevahî gelên mazlûm ên cîhanê kir xelat bi xemgînî bihîst.
Fîdel Castro ku yek ji hevrêyên herî nêz ê şoreşgerê efsûnewî Che Guevara ye, ne tenê ji bo gelê Kubayê, li dijî dîktatorî û rêveberiyên faşîst ji bo tevahî gelên berxwedêr bûye çavkaniya îlhamê.

Fîdel Castro sembola têkoşîna wekhevî û azadî, li dijî zextê berxwedan, îdeala sosyalîzmê bû û wê her tim wisa bê bibîranîn.

Wek Partiya Demokratîk a Gelan, em ji hevrêyên Fîdel Castro, tevahî gelê Kubayê û her kesên ku ji bo îdealên Castro şer kirine sersaxiyê dixwazin.
Em ê rêberê Şoreşa Kubayê yê nebez bi rêzdarî bi bîr bînin.”