Greenpeace: Santralên nukleer ên Fransayê ji bo mîlyonan ‘xeteriya akût’ e

Hate ragihandin ku gelek santralên li Fransayaê ku ji 4’an 3 elektrîka xwe ji nukleerê diafirîne û vê teknolojiyê difiroşe welatên cîhanê, bi qisûr e.

Li gor rapora ku Tevgera Parastina Havîrdorê ya Navneteweyî Greenpeace bi buroyek endezyariyê ya li Londrayê daye amadekirin, li Fransayê ji 19 santralan 14 bi qisûr in. Di raporê de bal hat kişandin ku anomaliyên santralan û hilberîna kêm wê dikare rê li ber rawestindana qazanên dûkelê û hilandina nukleer veke.

Di raporê de ku xwe dispêre raporên ewlehiyê yên berê jî li Fransayê hatine amadekirin, ji ber hin santralên nukleerê li sînor in, dikare ji bo hin welatên din ên Ewropayê jî bibe tehdîd. Di raporê de bi taybet hişyarî tê kirin ku santralên nukleerê yên Fessenheîm a li herêma Alsace û Cattenom a li sînorê Luksembûrgê demildest bêne girtin.

Rayedara Greenpeace Sûssanne Neûbronner got qisûrên santralên nukleerê yên li Fransayê ji bo jiyanan mîlyonan kesî dibe tehdît, destnîşan kir ku santral ‘ji bo mîlyonan xeteriya akût e.’