Gelên Egeyê ji bo aştiyê hatin gel hev

Bloka Aştiyê ya Îzmîrê di çarçoveya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de mîtîngek li dar xist. Gulsum Koçak a di komkujiya Soma de kurê xwe winda kir got: “Ew dibêjin mirin em dibêjin xwişk û biratî. Ew dibêjin şer em dibêjin aştî.”

Bloka Aştiyê ya Îzmîrê di çarçoveya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de mîtîngek li dra xist. Gulsum Koçak a di komkujiya Soma de kurê xwe winda kir got: “Ew dibêjin mirin em dibêjin xwişk û biratî. Ew dibêjin şer em dibêjin aştî.” Li gel vê Jinên Yoruk jî tevlî mîtîngê bûn û şaxên zeytûnan dirêj kirin.

Di çarçoveya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê de Bloka Aştiyê ya Îzmîrê li Qada Gundogdu mîtîngek li dar xist. Bi hezaran kes ji Cadeya Kibris Şehîtlerî û Qada Cûmhûriyetê ber bi qada mîtîngê ve bi dirûşman meşiyan. Li qada mîtîngê ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.

Piştre hevberdevkên Bloka Aştiyê ya Îzmîrê Nîlgun Toker û Cem Terzî kesên hatin mîtîngê silav kirin. Toker got: “Em ji rojavayê welat Silopiyayê, Gimgimê hemû cihê ku agir pêketiye silavan dişînin û ji bo ev êş dubare nekin em bi lezginî aştî û demokrasiyê dixwazin” û daxuyaniya Meclîsa Dayikên Aştiyê ya ji bo aştiyê hevdîtinan bikin çûne Enqerê xwend. Dema nivîs dihat xwendin bê navber dirûşmên, “Şehîd namirin” hatin gotin.

DAYIKÊN YORUK Û AŞTIYÊ HEVDU HEMBÊZ KIRIN

Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê Melahat Kuçukaydin di axaftina xwe de got, “Ev 13 sal in dema Serokwezîr bû got pêşîvekirina demokratîk û serokên me yên şaredariyan, rêveberên me avêtin zîndanan. Em dest jê bernadin, serî natewînin, heta dawiyê jî dibêjin aştî.” Dema axaftin bi dawî dibû jinên Egeyî yên Yoruk bi dowîzên “Ege û Rojhilat bi hev re”, “Ez dayika Yoruk im, ji aştiyê re neynik im”, “Bijî biratiya gelan” derketin dike û Dayikên Aştiyê hembêz kirin.

XIZMÊN MIROVÊN KANA SOMAYÊ: EM LI GEL GELÊ KURD IN

Gulsum Koçak a di komkujiya Somayê de kurê xwe Ugur Koçak winda kiribû got: “Em li cem gelê Kurd in. Em li cem dayikên şehîdan e. Çi li çiyê çi jî leşkeriyê em naxwazin ciwan bên kuştin. Ew dibêjin mirin em dibêjinn xwişk û biratî, ew dibêjin şer em dibêjin aştî.”

‘WAN ŞER ME AŞTÎ ÎLAN KIR’

Piştre parlamenterê HDP’ê Ertugrul Kurkçu got, li ser Tirkiyeyê şerekî ku heq nekiriye hatiye ferzkirin û wiha axivî: “Ger li 1’ê Mijdarê wê hilbijartinek çêbibe ev ne di nav Tayyib Erdogan û HDP’ê de ye di nav şer û aştiyê de ye û di hilbijartinê de wê aştî bi ser bikeve.”

...