Festîvala Fîlman a Kurd a Kopenhagenê dest pê kir

6. Festîvala Fîlman a Kurd a Kopenhagenê, bi beşdariyeke xurt duh dest pê kir.

6. Festîvala Fîlman a Kurd a Kopenhagenê, duh dest pê kir û wê heta 12'ê Sibatê bidome. Di çarçoveya festîvalê de wê 12 fîlm di beşên dokûmanter û fîlmên demdirêj û kurt de li salonên sînemayê yên Cînemateketê bên nîşandan. Di destpêka festîvalê de wê fîlmê Reseba yê derhêner Husseyîn Hassan Alî bê nîşandan. Di vî fîlmê de qala çîroka keçeke Êzidî dike ku di dema Komkujiya Şengalê de hat revandin û piştre hat rizgarkirin û radestî malbatê hat kirin. Di fîlm de qala pirsgirêkên civakî yên civaka Êzidî piştî komkujiyê tê kirin.

DERHÊNER JÎ WÊ LI FESTÎVALÊ AMADE BIN

Çav li rê ye di festîvalê de derhênerên fîlman jî amade bin. Derhênerê ciwan ê fîlmê 'Mast' Tahsîn Ozmen û derhênerê fîlmê 'Bîranîna Hespên Reş' Shahram Aldî jî wê tevlî festîvalê bibin. Her wiha derhêner Rûken Tekes piştî nîşandana fîlmê 'The Circle' wê bi rêya Skype bersivê bide pirsên temaşekeran.

Festîvala Fîlman a li paytexta Danîmarka Kopenhagenê tê lidarxistin, ji aliyê Yekîtiya Xwendekar û Akademîsyenên Kurd (FOKUS-A) ve tê organîzekirin.