BI DÎMEN

Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 24. bi sirûda Ey Reqîb destpê kir!

24. Festîvala Navneteweyî ya Çanda Kurd, li Kolnê ya Elmanya bi tevlîbûna bi deh hezaran kesî destpê kir. Festîval bi sirûda netewî ya Kurd, Ey Reqîb destpê kir.

Çalakiya çandî ya ku Kurdan a herî mezin û domdar, Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, cara 24’an li Kolnê tê kirin. Festîvala ku ya pêşî sala 1992’an li Bochûma Elmanyayê destpê kirî, ij wê demê ve heya niha bi awayekî perîyodîk her sal, meha Îlonê li bajarekî cihê yê Elmanya pêk tê. Festîval hetanî niha ji ber qedexeya li ser PKK’ê ya li Elmanya tenê sala 1995’an pêk nehat.
Festîvala ku berê ji hêla YEK-KOM’ê ve dihate organîzekirin, ji 2014’an ve ji hêla Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanya (NAV-DEM) ve tê kirin. Îsal jî, Festîvala Çanda Kurd a Navnetewî ya 24. bi dirûşma, ‘’Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû û Bi Giyanê Berxwedana Xweseriyê ber bi azadiya Rêber Apo û Kurdistanê ve ‘’ li Kolnê pêk tê. Bi pêşengtiya NAV-DEM’ê, bi pêşengtiya ABDEM, Yekîtiya Hêzên Demokratîk HDK-E’yê û saziyên wekî IL’ê pêk tê.

Festîval di şexsê Mehmet Tûnc, Sevê Demîr, Pakîze Nayir, Ebû Leyla de, diyarî  wan kesan hate kirin ku li Rojava, Bkaur di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dabûn.

WEKE CEJNEKÊ YE

Festîvala ku li meydana Deûtzer Wetfê, li ber çemê Rheînê destpê kirî, ji ber ku hewa jî xweş e, weke cejnekê derbas dibe. Di dika sereke ya festîvalê de posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Denîz Gezmîş, Ibrahîm Kaypakkaya, Mahîr Çayan û posterên berxwedêrên xwerêveberiyê, pankartên wekî, ‘’Bijî berxwedana xweseriyê, ber bi azadiya Rêber Apo û Kurdistanê ve’’ hatin daliqandin. Dirûşmên wekî ‘Bijî Kurdistan’, ‘bijî Serok Apo’, ‘’Jin jiyan azadî’’, ‘Katîl Erdogan’’(Kujer Erdogan) hatin berzkirin. Li konên ku li festîvalê hatine danî çanda Kurd ji nifşê nû re dide naskirin.

Li festîvaa jin û ciwanên ku bi xeml û rengê netewî xwe xemilandina zêde ne, her wiha bernameyeke dewlemend a festîvalê heye.

 ‘EM JI BO AZAZDIYA OCALAN TÊBIKOŞIN’

Festîval bi sirûdên Koma Berxwedan destpê kir. Hevserokên NAV-DEM’ê Fatoş Goksungur û Bahattîn Dogan axaftinen kirin. Herdû hevserokan diyar kirin ku ew festîvalê diyarî wan kesan û malbatên wan dikin ku di berxwedana xweseriyê de jiyana xwe ji dest dane û wiha peyam dan, ‘’Dewleta Tirk di her derfet û delîveyê de dijminatiya xwe ya li Kurdan didomîne. Êrîşa bi ser Rojava de mînaka vê ye. Parastina Rojava peywira me hemûyan e. Banga me ji bo dewletên Ewropa ev e; di vê têkoşînê li piş me bisekinin.’’

Herdu hevserokên NAV-DEM’ê têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaan jî gotin,’’Azadiya Ocalan azadiya me ye. Ji bo azadiya wî divê em hemû têbikoşin. Hevserokan xwestin ku girtiyên siyasî yên Kurd ên li Elmanya serbest werin berdan û rexneyên tund li Elmanya anîn. Serokê duyemîn ê Federasyon Yekîtiya Elewî ya Elmanya Ozgur Oz jî got, dewleta Tirk ji roja ku damezeriye û heya niha tim bi mentiqa senteza Tirk-Islamî tevdigere û hemû nasnemyên din qetil dike û wiha dom kir,’’ Kurd, Elewî, Ermenî qetil kirin. Ev dîrok bi komkujî û talanê tijî ye. Îro jî AKP van komkujiyan dike.’’ Oz bang kir ku her kes li diî komkujiyên AKP’ê derbikeve.

BERNAMEYEKE DEWLEMEND HEYE

Di saetên pêş de ku nûnerên gelek partiyên siyasî, sazî û dezgehan, nivîskar, rewşenbîr, şexsiyetên siyasî  li festîvalê amade ne, tê payin ku Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah û gelek kes biaxivin. Bernamye çandê ya festîvalê jî têra xwe dewlemend e. TEV-ÇAND’ê bername organîze kiriye, di bernameyê de Koma . Berxwedan, Hesen Şerîf, Koma Bajar, Ozlem Gerçek, Şahiya Stranan, gelek hunermend û komên muzîkê wê hebin. Komên folklorê jî wê gelek lîstikên herêmên Kurdistanê nîşan bidin. Di konan de hem wê çanda Kurd were nasîn û hem jî ciwan xwepêşandina sportîf jî bikin.

 

...