BI DÎMEN

'Ez jiyana gundan nadim bi ya bajaran'

Serhedî, ku di nava serma û seqema zivistanê de debara xwe bi sewalkariyê dikin, ji ber ku xwe bi ked û derfetên xwe xwedî dikin, krîza aboriyê bandorê li wan nake. Malbata Nazli ya ji gundê Eksipakê dibêje jiyana gundan ji ya bajaran xweştir e.

Li herêma Serhedê ya Kurdistanê zivistan gelekî dijwar e. Tevî serma û seqema dijwar, gelê herêmê karê xwe yê sewalkariyê didomîne. Çavkaniya herî girîng a debara vê herêmê sewalkarî ye. Krîza aboriyê, ku bandoreke giran li mirovên li bajar û metropolan dike, li ser şêniyên vê herêmê zêde tesîra xwe nîne. Gundî bi ked û çavkaniyên xwe, debara xwe dikin. Gundiyên Eskipak, ku bi 20 kîlometreyan li rojhilatê navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ye, debara xwe bi sewalkariyê dike.

'EM BI XWE HILDIBERÎNIN Û DEBARA XWE BI KEDA XWE DIKIN'

Ji gundiyan Mehmet Nazli da xuyakirin, ku çavkaniya herî mezin a debara wan sewalkarî û çandiî ye. Nazli anî ziman, di mehên havînê de sewalên xwe diçêrînin û ji bo zivistanê jî ji zozanan giha diçinin û ji bo zivistanê dikin ka. Nazli diyar kir, salê carekê mihiyên wan berxan tînin û di heman demê de goşt, şîr, penêr û mask dide wan. Nazli destnîşan kir, ku krîza heyî zêde bandor li wan nekiriye û sedema vê yekê jî hilberîna wan bi ked û derfetên xwe ye. Nazli dibêje ew ji jiyana li gund gelekî kêfxweş e.

'JIYANA LI BAJÊR ZEHMET E'

Dayika çar zarokan Sebîha Nazli jî got, "Jiyana li bajêr gelekî zehmet e. Zehmet e mirov pere qezenç bike û malê xwedî bike. Bêguman ji bo mirovên pîşeyekî xwe heye, hêsan e, lê ji bo me zhmet e. Em li vê derê bi hêsanî debara xwe bi sewalkariyê dikin. Berî mehekê mihiyên me zan. Heta havînê wê ev berxik mezin bibin û em ê nîvê wan bifiroşin, nîvê wan jî xwedî bikin. Di nava vê demê de jî em ê mast, şîr û penêr bifiroşin û debara xwe bikin."

Nazlim destnîşan dike ku jiyana li gundan ji jiyana li bajaran xweştir e û got, "Jiyana li gund cuda ye. Hewa, ava wê cuda ye, xweş e. Ez saetek jiyana li gund nadim bi 100 rojên li bajêr."