Dostên Kurdan wê bimeşin û peyamê bidin dinyayê

Ji hêla Komîteya Amedekar ve daxuyanî hate dayin û hate gotin, Meşa Dirêj wê 10 rojan bidome, 1’ê Sibatê wê li Luxembûrgê dest pê bike û 11’ê Sibatê wê li Strasboûrgê biqede.

Baskekî Meşa Dirêj îsal ji hêla dostên Kurdan ve tê kirin.

Ji hêla Komîteya Amedekar ve daxuyanî hate dayin û hate gotin, Meşa Dirêj wê 10 rojan bidome, 1’ê Sibatê wê li Luxembûrgê dest pê bike û 11’ê Sibatê wê li Strasboûrgê biqede.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

‘’Beşdarên Meşa Dirêj ku 11’ê Sibatê wê bi hezaran dostê Kurd li Straboûrgê amade bibin, di meşa şermezarkirina Komploya Navnetewî de ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê biaxivin.

Dostên ku wê tevlî Meşa Dirêj bibin wê ji Spanya, Portekîz, Elmanya, Ingîltere, Swêd, Italya, Belçîka, Fransa, Fînlandiya, Swîsre û Arjantînê tevlê bibin.

Di meşê de wê xebatkarên dîplomasiya Kurd û ciwanên enternasyonalîst jî komeke biçûk di asta nûnertiyê de amade bin.

Li ser banga KCD-Ewropa bi dehan dost ji bo tevlê bibin serlêdan kirin. Nêzî 70 dostên ku wê tevlî Meşa Dirêj bibin, diyar dikin ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statûya Kurdan ji bo wan girîng e. Diyar dikin ku paradîgmeya konfederalîzma demokratîk a ku birêz Ocalan diyar kirî, ku ev 18 sal in tecrîda giran li ser heye û êşkence lê tê kirin, perspekftîfên çareseriyê yên têkildarî pirgirêkên bingehîn ên wekî (jin, ciwan, ekolojî, mafê mirovan, zanist, sosyolojî û hwd.) yên ku birêz Ocalan diyar kirin ji bo wan jî kana têkoşînê ye.

Her wiha diyar kirin ku têkoşîna ku Kurd li herêmê, di serî de li dijî DAIŞ’ê û hemû rejîmên çewisîner, ji bo mirovahiyê didin û bi taybetî jî ji bo ku vê têkoşîna xwe dispêrên ser nirxên civaka demokratîk û sîstematîk dikin û hevkariya Kurdan a bi gelê din re ji bo wan jî pir girînge, bo vê sedemê jî ew dixwazin tevlî meşê bibin.’’

WÊ BANG BIKIN

Dostên gelê Kurd,di Meşa Dirêj de, li hemû rêgehên ku tê re diçin wê bi şaredarî, sendîka, çapemenî, saziyên rêxistinên sivîl û parlamenteran re hevdîtinê bikin. Her wiha di meşê de wê li ser felsfeya Ocalan semîneran bidin.

Meşa dostê Kurdan wê li ber Dîwana Edalaetê ya Ewropayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest spê bike. Li Dîwana Edelatê ya Ewropa bi mebesta ku PKK ji ‘lîsteya terorê’’ were derxistin doz didome. Dostên Kurdan bi vê minasebetê wê diyar bikin ku ew li dijî lîsteyê ne.
Rêxistinên saziyên sivîkl, parêzerên çapemenî û mafê mirovan û demokrat ji bo ku destekê bidine aramncên meşê bang kirin.

Di serî de YE, KA, NE wê bang li hêzên din bikin ku li dijî komkujiyên Tirkiyê û polîtîkayên tinekirinê bêdengiya xwe bi dawî bikin.
Dîsa bang hate kirin ku berpirsyariya xwe ya ji bo Ocalan diyar bikin û ji bo ku demildest dawî li nehiqûqiyê were kêferatê bikin.
Dostên Kurdan ji bo statûya Kurdan were naskirin û weke muxatebên sereke yên siyasî werin naskirin wê bang bikin.

RÊGEHÊN MEŞÊ

1 Sibat: Luxemburg / Audun-le-Tiche

2 Sibat :  Audun-le-Tiche / Thionville

3 Sibat: Thionville / Talange

4 Sibat: Talange / Landremont

5 Sibat: Landremont / Saint-Avold

6 Sibat: Saint-Avold / Puttelange-aux-Lacs

7 Sibat: Puttelange / Sarre-Union

8 Sibat: Sarre-Union / Phalsbourg

9 Sibat: Phalsbourg / Wasselonne

10 Sibat: Wasselonne / Strasbourg