BI DÎMEN

'Divê Konferansa Hewraman dewam bike'

Delegeyên Naskirina Konferansa Hewraman gotin, "Konferansa Naskirina Hewraman, ji bo ragihandina dengê Kurdên Hewraman ê hatiye tepisandin, destpêkeke baş bû."

KNK'ê, li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê, di navbera 20-21'ê Nîsanê de bi beşdariya zêdeyî 100 delegeyên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, 1. Konferansa Naskirina Hewraman lidar xist.

Delegeyên konferansê ji ANF'ê re axivîn û destnîşan kirin, konferans ji bo nasandina çanda Kurdên Hewraman û li hev civandina Kurdên Hewraman ên li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê destpêkeke baş e.

Delegeyan ev nirxandin kirin:

ZÎLAN TANYA (HEVSEROKA KODARÊ): Beriya her tiştî, ev konferans li dijî siyaseta serdestan a li hemberî Kurdên Hewraman dimeşînin, ji bo nasandina rastiya Hewramanan bû destpêkeke baş. Ev yek, di rêya xwegihandina koka xwe û nasandina rastiya xwe de gava destpêkê ye. Ev konferans di heman demê de gaveke destpêkê ye ji bo têkoşîneke nû ya li dijî siyaseta serdestan. Ji ber vê yekê, konferansê li Kurdên Hewraman ên li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê pîroz dikim. Pê bawerim, ev têkoşînê wê li dijî siyaseta ku nasname, çand û gelê me nas nake, sekneke xurt bafirîne.

ZAYÎRÎ BELXEYÎ: Lidarketina konferanseke bi vî rengî gelekî baş e. Pêwîste dewam bike. Gelek rewşenbîrên Hewraman tevlî konferansê bûn. Li ser pirsgirêkên Kurdên Hewraman, xebatên wan ên edebî û ziman, nîqaş hatin kirin. Bi dîtina min, ev konferans ji bo anîna gel hev a Kurdên Hewraman bû destpêkeke baş.

HÎWA ŞAH MIHEMEDÎ: Konferansa Naskirina Hewraman ji bo destpêkê, karekî baş e. Ji ber ku çand û kevneşopiya Kurdên Hewraman gelekî qewîn û dewlemend e. Lê ev dewlemendî baş nayê zanîn, nayê naskirin. Ji ber ku konferans a destpêkê ye, hin kêmasî hebûn. Mînak, ez bi xwe muzîsyen im. Tevî ku muzîka Hewraman gelekî dewlemend e, pirsgirêkên wê gelekî nehat nîqaşkirin. Ji ber ku yekemcar e karekî bi vî rengî tê kirin, ev rewş xwezayî ye, ne pêkan e ku mirov karibe her tiştî nîqaş bikin. Ji ber vê yekê rexne nakim. Yanî mebesta min ew e, ku kêmasiyên xwe jî hebe, karekî bi vî rengî baş bû û pêwîst bû.

NAFÎ OSMAN: Vê konferansê Kurdên Hewraman ên li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li hev civand. Ji bo danîna têkiliyan bi hev re, bi roleke girîng rabû. Hêvîdar im wê bidome. Yanî salê carekê, du salan carekê be jî lidarketina wê gelekî girîng e.

ZÎLAN KEMAL: Ev konferans ji bo danasîna çand, ziman, muzîka me gelekî baş bû. Bi taybetî tevlîbûna jinan li konferansê, ji bo avakirina rêxistinbûna xwe derfetên girîng pêşkêş kir. Bawerim wê ji niha û pê ve yekîtiya xwe xurtir bikin. Ji ber ku serdestan welatê me kirine çend parçe. Ji bo pêşî li vê were girtin, derfetên me hene ku yekîtiya xwe ava bikin û çanda xwe ya dewlemend bidin naskirin. Lewma bi dîtina min ev yek karekî bedew bû.