'Divê gelê Kurd windahiyên xwe bibîne'

Şaxên ÎHD û Xizmên Windayan, li Amed û Êlihê di hefteya 402'yemîn de li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin Kurd bibin yek û windayên xwe bibînin.

Komela Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" di hefteya 402'yemîn de li avahiya ÎHD'ê çalakiya xwe pêk anîn. Di çalakiyê de xizmên windayan, endam û rêveberên ÎHD'a Amedê û gelek kes amade bûn.

Di çalakiyê de destpêkê Serokê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku heta li Tirkiyeyê edalet bê dîtin wê çalakiyên xwe bidomînin. Bîlîcî bal kişand ser salvegera qetlîamên Licê û wiha got: "Em qetlîamê şermezar dikin. Em ji qetlîaman natirsin. Her roj li Tirkiyeyê roja qetlîama ne. Li navçeya Licê ya Amedê ji aliyê dewletê ve gelek kes hat qetilkirin û piştre hatin koçberkirin. Em li vir parêzerê qetlîama Licê Tahîr Elçî bi bîr tînin."

Piştî Bilicî, parêzerê ÎHD'a Amedê Hasan Yalçin çîroka vê heftyê xwend û got: "Fehmî Tosun di sala 1991'an de di serdegirtina gund de tê binçavkirin, 21 roj di bin binçavkirî de dimîne. Piştî Tosun sewqî dadgehê hat kirin tê giritn û davêjin girtîgehê. 3 sal û 9 meh ceza dixwe. Qasî 3 salan di girtîgehê dimîne. Piştî ku ji girtîgehê derdikeve destpêkê Fehmî Tosun, piştre hevsera wî Hanim Tosun û zarokên wî koçî Stenbolê dikin. Fehmî Tosun û Huseyîn Aydemîr di 19'ê Cotmeha 1995'an de tê binçavkirin. Kesên Fehmî Tosun binçav dikin di wê rojê de seat di 7'an de bi wesayitek spî ya Renault tînin ber mala wî. Di wê demê de zarokên Tosun, biraziya wî û hevsera wî dibîne ku kesên bi telsîz, Fehmî Tosun dikişînin dawiya bexçeyê apartmanê. Tosunê ku fahm dike hevsera wî di paceyê de li wî dinêre, ew jî xwe davêje erdê û diqîre, hawar dike dibêje ku ez têm girtin û alîkariyê dixwaze. Heta ku Hanim Tosun dadikeve jêr, ew kesên ku Fehmî Tosun binçav dikirin wî bi lezûbez davêtin wesayitê. Hanim Tosun li pey wesayitê direve, diqîre, lê nagihêje wesayitê. Hanim Tosun ji kesên ku li dora wê civiya ne, daxwaz dike ku plaqaya wesayitê bigirin. Fehmî Tosun di 19'ê Cotmeha 1995'an de bi darê zorê ji ber mala xwe bi wesayitek spî tê binçavkirin. Ji wê rojê heta niha 21 sal derbas bû, hê jî ti agahî ji wî nehatiye girtin."

Piştî çîrokê Xwişka Fehmî Tosun Kiymet Zengîn jî diyar kir ku ew dixwazin bilez aqûbetên xizmên winda bên dîtin. Zengîn anî ziman ku berê jî qetlîam dibûn niha jî qetlîman pêk tên û wiha got: "Divê gelê Kurd bibe yek û windahiyên xwe bibînin. Dewlet ti caran alîkariyê nade me. Em aqûbet windayên xwe dixwazin." 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ÊLIH

Li Êlihê jî Şaxa ÎHD'ê û xizmên windayan wek her hefteyê li kolana Gulîstan li ber Abîdeya Mafê Mirovan çalakiya bi silogana "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" di hefteya 402'yemîn de domandin û aqûbeta windayan pirsîn.

Di çalakiyê de bal hat kişandin ser rapora ÎHD'ê ya der barê binpêkirinên mafên mirovan. Serokê Şaxa ÎHD'a Êlihê Mehmet Bagatir, got ku di rapora hatiye amadekirin de ji 15'ê Tîrmehê û vir ve gelek binpêkirinên mafan pêk hatine û wiha got: "Pêkanîna OHAL'ê di nava civakê de bûye sedema binpêkirinên mafan. Di hiqûqa mafê mirovan de em dizanin têkoşîna parêzerên mafê mirovan a li hemberî bîlançoya binpêkirinên mafan gelek girîng e. Ji ber wê divê OHAL demildest bê rakirin û dawî li pêkanînên KHK'ê bên anîn."