Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Di duyemîn salvegera berxwedanê de hevdîtina Gezî

Piştevaniya Taksîmê, civîneke çapemeniyê li dar xist û got, di duyemîn salvegera berxwedana Gezî de li Parka Abbasaga û Ozgurluk wê bên gel hev. Prof. David Harvey jî tevlî civînê bû.

Piştevaniya Taksîmê, civîneke çapemeniyê li dar xist û got, di duyemîn salvegera berxwedana Gezî de li Parka Abbasaga û Ozgurluk wê bên gel hev. Prof. David Harvey jî tevlî civînê bû. Harvey got: "Berxwedana Parka Gezî destpêka pêvajoyeke din e.”

'DAXWAZA AZADIYÊ LI HER ÇAR ALIYAN BELAV BÛ'

Piştevaniya Taksîmê, beriya salvegera berxwedana Parka Gezî li Şaxa Buyukkent a Odeya Mîmaran a li Karakoy civîneke çapemeniyê pêk anî. Yek ji damezrînerê Piştevaniya Taksîmê û Mîmara Bilind Mucella Yapici got, înada hikûmeta AKP’ê ya ji bo mudaxeleyî qadên jiyanê bike didomîne veguheriye şîdeteke bêeman û nehiqûqî. Yapici diyar kir daxwaza bajarekî bi tenduristî ya Piştevaniya Taksîmê ji sala 2013’an ve didomîne 31’ê Gulana 2013’an bi daxwaza hê zêdetir azadiyê ve bûye yek û li çar parçeyên Tirkiyeyê belav bûye.

Yapici anî ziman ku dest ji daxwazên xwe yên di pêvajoya berxwedanê de bernedane û got: "Em di duyemîn sala qîrîna berxwedana herî aştiyane a dîroka Tirkiyeyê de be. Pêvajoya Gezî ne pêvajoyeke ku bi dawî bûye. Hê didome. Di sala duyemîn de em dixwazin bang li tevayî cîhanê bikin û bêjin, ‘Em li her cihî ne’.

'EM LI HER CIHÎ NE'

Daxuyaniya hevpar a li ser navê Piştevaniya Taksîmê Dr. Alî Çerkezoglu xwend. Çerkezoglu diyar kir ruhê berxwedana Gezî li her deverê Tirkiyeyê ye û got: "Em li her cihê ku navên Ethem, Alî Îsmaîl, Abdocan, Mehmet, Medenî, Hasan Ferît, Ahmet û Berkîn tên bîranîn û rûye wan tê xuyakirin em li wir in.”

31’Ê GULANÊ WÊ BÊN CEM HEV

Çerkezoglu got, di duyemîn salvegera berxwedana Gezî 31’ê Gulanê saet 13.00’an wê li Parka Gezî ya Taksîmê bin, saet 15.00’an jî wê li Parka Abbasaga û Ozgurluk di Hevdîtîna Gezî de bên cem hev.

PROF. HARVEY: YEK JI ÇALAKIYÊN BÊHEMPA

Prof. Harvey jî got, berxwedana Parka Gezî di nav çalakiyên gerdûnî de yek ji çalakiyên bêhempa ye.

Harvey her wiha diyar kir berxwedana Parka Gezî destpêka pêvajoyeke din e.