Dereceyeke germahiyê jî pêvajoyên ekolojîk guhert

Welatên cîhanê ji bo Konferansa Avhewayê ya NY a bi navê COP22 li bajarê Marakeş ê Fasê nîqaşên xwe didomîne, lêkolînek hat weşandin jî têkîldarî asta guhertinên avhewayê hişyariyê dide.

Li gor lêkolînekê ku ji hêla zanyarên ji Zanîngeha Florîda hat kirin û di kovara Scîence de hat weşandin, ji ber guhertinên avhewayê ji sedî 82 pêşketinên ekolojîk bi awayekî cîdî hatin guhertin. Li gor lêkolînê ku dibêje tevgera koça zindiyan û pirrengiya genetîk di rêjeyek mezin de guheriye, guhertinên li bejahî, behr û avên şîrîn bi zelalî tên dîtin.

Ev guhertinên cîdî tevî ku germahî li gor sedsala 19’emîn tenê dereceyekê zêde bûye jî pêk hatiye, hişyarî hat kirin ku dereceyek germahî jî dikare gelek guhertinan bike.

Di lêkolînê de hat eşkerekirin ku guhertinên avhewayê di serî de mûtasyonên genetîk û mezinahiya zindiyan, dibe sedem ku taybetmendiyên zindiyan bên guhertin.

Li gor lêkolînê, bandorên mîna şewb, di çandiniyê de hilberîna kêm û kêmbûyina berhemên behrê neyênî derketin holê, hişyarî hat kirin ku ji ber germahiyan wê bablîsok û pêlên germahiyê zêde bibin.

Di çarçoveya lêkolînê de ku gelek zanyar tevlî bibûn, pêvajoya veguherîna ekolojîk a 94’an hatibû lêkolînkirin.