Dayikên gerîla û leşkeran li Meclîsê rastî lêgerîna tazî hatin!

Dayikên ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo şer bi dawî bibe hatin Enqereyê di ketina meclîsê de rastî zextên lêgerîna tazî hatin.

Dayikên ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo şer bi dawî bibe hatin Enqereyê di ketina meclîsê de rastî zextên lêgerîna tazî hatin.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, dayikên leşkeran û dayikên Roboskî yên serê sibê ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin Enqere li Navenda Giştî ya ÎHD'ê hatin cem hev. Dayikan pankarta "Ji şer re na aştî hema niha" vekirin li hemberî konseşta şer a hikûmeta AKP'ê ya demkî daye destpêkirin aştiyê ava bikin ber bi Meclîsê ve dest meşê kirin. Di dema meşa dayikan de polîsan tedbîrên gelek dijwar girtin.

Di meşê de dirûşmên, "Em şer naxwazin, aştî dixwazin" û "Dayik şer naxwazin" berz kirin. Dayikan piştî meşê ji bo bi koma HDP û CHP'ê re hevdîtinê bikin heyeta ji 22 kesan pêk tê avakirin. Dayikên ji bo hevdîtinê bikin ketin Meclîsê rastî pêkutiyên lêgerîna taza hatin. Dayik û şêwirmendên wekîlên HDP'ê li hemberî vê yekê derketin. Dayikan bertek nîşanî pêkutiyên dijmirovahî dan û gotin wê li hemberî pêkutiyên li dijî wan pêk hatin  li Serokatiya Meclîsê gilî bikin.

AKP’Ê RED KIR

Dayikên ketin meclîsê bi koma HDP û CHP'ê re hevdîtin kirin û daxwazên dayikan ji aliyê dayikeke leşker û dayiyeke gerîlayan ve hatin  ziman. Koma AKP'ê bi hinceta xebatên kongreyê randevuya dayikan qebûl nekir.