Dayikên Aştiyê li Meclîsê bi HDP, CHP û AKP’ê re hevdîtin pêk anîn

Dayikên Aştiyê li Meclîsê bi serokwekîlên komên HDP, CHP û AKP’ê re hevdîtin pêk anîn û li hember şer banga aştiyê kirin.

Dayikên Aştiyê li Meclîsê bi serokwekîlên komên HDP, CHP û AKP’ê re hevdîtin pêk anîn û li hember şer banga aştiyê kirin. Dayikan gotin: "Mîna rojê, mîna avê, mîna hewayê em li her cihê ku aştî ji me re pêwîst e, li cihê ku şer destpê kir, li Enqereyê ne.”

Dayikên Aştiyê yên ji gelek deverên Tirkiye û Kurdistanê hatin Enqereyê, bi serokwekîlên komên HDP, CHP û AKP’ê re hevdîtin pêk anîn. Rayedarên AKP’ê yên bi hinceta amadekariyên hilbijartin û kongreyê piştî daxwaza hevdîtinê bi 4 saetan qebûl kirin bi 5 Dayikên Aştiyê re hevdîtinê pêk bînin, gotin ku tenê dikarin bi 3 dayikan re hevdîtinê pêk bînin. Tevî hemû îtîrazan jî bi 3 dayikan re hevdîtin pêk anîn. Dayikên bi serokwekîlên koman re li Meclîsê hevdîtin pêk anîn daxuyaniyeke  çapemeniyê dan.

Songul Çelîk a li ser navê Dayikên Aştiyê daxuyaniya çapemeniyê xwend got: "Em wek dayikên aştiyê dayikên kesên ku di navbera salên 1980 û 1990'an de bi 17 hezar cinayetên kiryar nediyar, cinayetên siyasî û di bin çavan de hatine windakirin. Em dayikên 40 hezar canên di pêvajoya şer û pevçûnên asta wê kêm de jiyana xwe ji dest dane.”  Çelîk bi bîr xist ku Dayikên Aştiyê sala 1996’an ji bo aştiyê hatin gel hev û bi tulbendên xwe ber bi Enqereyê ve meşiyane û got: "Niha di 1’ê Îlona 2015’an Roja Aştiyê ya Cîhanê de Mîna rojê, mîna avê, mîna hewayê em li her cihê ku aştî ji me re pêwîst e, li cihê ku şer destpê kir, li Enqereyê ne.”

Çelîk got ku ew encamên giran ên şer dizanin û wiha axivî: “Me zarokên xwe, xwezaya xwe winda kir, ew dilê me bûn. Her zarokên me ketin axê dilên me bû agir.” Çelîk diyar kir ku xwestine xwe bigihînin Dayikên Şemiyê û dayikên ku zarokên wan di Gezî, Pirsûs û Roboskî de hatin qetilkirin, beşek malbatan nehatibe jî piştgirî dane wan.

Çelîk da xuyakirin ku wek dayik şerê li ser zarokên wan tê ferzkirin, mirin, înfaz,komkujî, koçberî, valakirina gundan, ji zerarên bêveger ên li ser xwezayê re dibêjin êdî bes û wiha got: “Ên ev şer dan destpêkirin divê tavilê rawestînin. Di vî şerî de êdî zarokên me nemirin, ev şer ne ji bo parastina welat e, ji ber me xwest rûyê vî şerê qirêj ê bi salan tê meşandin aşkera bikin me xwe li hember şer kiriye bend.”

Çelîk wiha bang malbatên gerîla û leşkeran kir: “Em dayik hemû ji bo rawestandina mirina gerîla, leşker û polîsan destê xwe bidin hev.” Çelîk got ku divê tavilê atmosferek bêpevçûnî çêbibe û   agirbesek hatiye tahkîmkirin bê îlankirin û wiha berdewam kir: “Di destpêkê de partiya desthilatdar, hêmanên tevahî siyasetê divê piştgiriyê li pêşketina çareseriya demokratîk bike û xwedî li pêvajoya aştiyê derkeve. Şer, komkujî û înfazên li gelê me tê ferzkirin bê sekinandin! Şert û mercên azad û wekhev ji bo Birêz Abdullah Ocalan bê çêkirin û ji bo lihevkirinan wekî îradeyek sîyasî bê qebûlkirin. Binçavkirin û girtin divê bê sekinandin. Bi hinceta ewlehiyê divê daristan êdî neyên şewitandin, nirxên xweza, çand û dîrokê bê parastin. Çave sêyemîn, desteya şopandinê ya pêvajoya bêpevçûna tahkîmkirî bişopîne bibe parçeyek ji pêvajoya çareseriya demokratîk.”

Piştî daxuyaniya çapemeniyê, Dayikên Aştiyê biryarbûna xwe diyar kirin û gotin ku li Enqerê wek sefaretên NY wê bi gelek saziyan re hevdîtinan pêk bînin.