Dayika Aştiyê Gulsum Aslan jiyana xwe ji dest da

Gulsum Kiliç Aslan ku dayika Nevaf Aslan e ku li zindana Amedê hate qetilkirin, li Êlihê pêr jiyana xwe ji dest da.

Aslan di 85 salên jiyana xwe de şahidî ji qetlîam û zextên dewleta Tirk ên li gelê Kurd kir. Êşên giran kişandin. Piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê zarokekî wê jî li zindana Amedê bi êşkenceyê hate qetilkirin.

Dayika Gulsum ku sala 1976’an Tevgera Azadiya Kurd nas kir, wek jinek welatparêz, bawerî û piştgiriya bi Tevgera Azadiya Kurd re heta bêhna xwe ya dawî domand.

Piştî darbeya 12’ê Îlonê, 3 kurên Dayika Gulsum avêtin zindana Amedê. Celadên xwînxwar sala 1982’yan cesedê kurê Dayika Gulsum ê bi êşkenceyê hate kuştin danê û gotin, “Bigire, tê bi vê Kurdistanê rizgar bike.”

Li şûna ev qetilkirina Aslan bitirsîne, li dijî dewleta Tirk hêrs û kîna wê zêdetir kir. Di rêxistinkirina komîteya yekem de ku ji bo piştgiriya bi girtiyên tên êşkencekirin hate damezrandin, roleke çalak lîst. Piştre jî têkoşîna xwe ya aştî û azadiyê di refên Dayikên Aştiyê de domand.

Kurê Dayika Gulsum Kiliç Aslan Nivîskar Kamran Simo Hedilli dibêje ji ber bavê wî di temenekî biçûk de jiyana xwe ji dest daye, dayika wê bi tenê serê xwe li 8 zarokan dinêre, di pejirandina fikrên şoreşger ên dayika xwe de ev hevokên dayika xwe tîne ziman:

“Wê, çanda welatparêzî û şoreşgeriyê da me. Roja ku dayika min ji dayik bûye, leşkerên Tirk bi ser gund de girtine û agir berdane malan. Her tim zilma dewleta Tirk ji me re digot û helbestên Cîgerxwîn dixwendin. Sala 1976’an piştî ku kurekî wê tevlî refên têkoşînê bû, wê jî Tevgera Azadiya Kurd nas kir. Qasî ku şervanên azadiyê yên li herêmê nas dikirin, Mazlûm Dogan û Kemal Pîr jî baş dinasî. Mala xwe ji tevahî şoreşgeran re vekiribû û wek zarokên xwe li wan dinêrî. Di demên herî zehmet de kûryetî kir. Mirovek wêrek û bi biryar bû. Baweriya xwe ya bi Tevgera Azadiya Kurd jî heta dawiyê domand.”

Ji bo Gulsum Kiliç Aslan a duh li Êlihê hate definkirin, wê li Stockholêmê bîranînek were lidarxistin.