Daxuyaniya FEDA'yê li ser meha Xizir: Em diyarî berxwedêran dikin

FEDA diyar kir, Xizir parêzvanê edalet, maf û mezlûmên serî natewînin û li ber xwe didin e.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA), li ser meha Xizirê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Ji berê bêhtir niha pêwîstiya me bi Xizir heye. Mirovahî ji berê ve her tim tengav bûye, zor û zehmetî kişandiye, di nava tarîtiyê de ma ye û li dijî astengiyên bê eman têkoşiya ye. Zor û zehmetiyên serdema îro naşibin ên dema bihurî. Haya mirovahiyê ji van zehmetiyan jî nîne. Xizir her tim li cem yê tengav bûye, amade ye; dostê xizan û mirovên tengav in."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Xizir ruh dide xwezayê. Li her cihê Xizir pê lê dike, jiyan lê şîn dibe. Ew mizgîna biharê ye, berhemdêriya xwezayê ye. Nîşaneya ji nû ve vejînê ye."

FEDA diyar kir, Xizir parêzvanê edalet, maf û mezlûmên serî natewînin û li ber xwe didin e.

FEDA'yê da xuyakirin, ku bi wesîleya meha Xizir ew semahên xw,e nefesa xwe, mûhabeta xwe, beytên xwe diyarî berxwedan û berxwedêran dike û got, "Bila Xizir yar û alîkarê lêgerînerên rastiyê û azadiyê be.