Darazê parastina jiyangeha qebîleya Sîoûx red kir

Li beramberî xeta boriya petrolê ya ku li DYA jiyangehên çermesorkan tehdîd dike daraz xwe ker dike, Hikûmeta Federal jî xwest ku şîrketa ku projeyê dimeşîne xebatên xwe rawestîne.

Projeya xeta boriyê ya ku wê li rojavayê Gola Oahe ya li Bakurê Dakota di nav jiyangehên qebîleya Sîoûx re derbas bibe, ji hêla  Energy Transfer Partners tê meşandin. Qebîleya Sîoûx bi sedema ku xeta boriyê qadên wan ên pîroz tehdîd dike û rîska wê ya dikare ava vexwarinê jehrî bike heye, doz vekiriye û daxwaz kiribû bi demkî proje bê rawestandin.

Lê, di doza Washîngtonê de dadgerê federal biryar da, daxwazên şêniyan red kir, ji bo domandina projeyê jî destûr da. Dadger James Boasberg îdîa kir ku di berdewamkirina xebatên şîrketê de ti pirsgirêk nîn in.

Piştî biryara dadgeha federal, Wezaretên Karên Hundir û Edaletê yên Federal daxuyanî dan, ji şîrketa ku projeyê dimeşîne xwestin ku tevî biryara dadgehê jî xebatên xwe rawestîne. Di daxuyaniya wezaretan de daxwaz hate kirin ku heta lihevkirinek mabeyna aliyan de çênebe, li qada 20 mîlan a jiyangehên çermesorkan divê xebatên avakirina xeta boriyê bê rawestandin.

Qebîleya Sîoûxê li dijî projeya xeta boriyê demeke dirêj e têdikoşe.