Daglûm: Civaka ku modela xwe ya perwerdeyê ava neke, wê birize

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê Daglûm destnîşan kir, ku divê her civak modela xwe ya perwerdeyê ava bike û got, "Civaka vê neke wê birize."

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Yilmaz Daglûm mijara perwerdeyê ji ANF'ê re nirxand.

'TI CIVAK NIKARE MAFÊ XWE YÊ HEBÛNÊ BI HÊZEKE DIN RE PARVE BIKE'

Daglûm ji bo pênasekirina perwerdeyê got, "Ragihandina hemû tecrûbeyên jiyanê û daneheviya civakî-dîrokî ya civakê, bi rengekî agahiyên teorîk û pratîk ji zarok û ciwanan re ye. Yanî karê mezinkirina zarok û ciwanan bi taybetmendiyên çandî, civakî û dîrokî ye. Ev yek jî tê wateya parastina hebûna civakê û garantîkirina siberoja civakê. Lewma perwerde ne karê desthilatdaran, dewletan an jî hêzeke din e. Perwerde karê bingehîn ê civakê ye. Hem maf e, hem jî erka bingehîn e ku civak zarok û ciwanên xwe perwerde bike. Ji ber ku perwerde şêweyekî hebûnê ye. Pîroziya mafê perwerdeya civakî jî ji vê çavkaniya hebûnê tê. Ti civak nikare mafê xwe yê hebûnê û erka perwerdekirina ciwanên xwe bi hêzeke din re parve bike. Nabe ku vê erka xwe radestî hêzeke din bike."

'CIVAKA SÎSTEMA XWE YA PERWERDEYÊ AVA NEKE, WÊ BIRIZE'

Daglûm da xuyakirin, ku pirsgirêka perwerdeyê pirsgirêka avakirina saziyên polîtîk û exlaqî yên civakê û bi kêrhatî kirina vê yekê li her qada jiyanê ye. Daglûm got, "Ev pirsgirêk di heman demê de di navbera civak û dewletê, hêzên sermaye/desthilatdariyê û hêzên demokrasiyê de qadeke nakokî, şer û têkoşînê ye. Afirandina perwerdeya civakî, avakirina saziyên polîtîk û exlaqî yên civakê ferz dike. Eger civakek sîstema xwe ya perwerdeyê nafirîne û xwe perwerde neke, wê derfetên afirandina saziyên polîtîk û exlaqî jî ji dest berde. Civakeke bi vî rengî jî wê her tim di nava xeteriyê de bijî, birize û ji hev bikeve. Civakên bibin yên xwe, dikarin saziyên xwe yên polîtîk û exlaqî ava bikin û li her qada jiyanê xwe bi rê ve bibin. Civakên bi vî rengî, bi avakirina sîstema xwe ya perwerdeyê dikarin siberoja xwe garantî bikin. Ji bo pirsa man û nemana civakê jî, dikare bibe bersiv."

'AŞÊ ASÎMÎLASYONÊ'

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê Yilmaz Daglûm bal kişand ser sîstema heyî ya perwerdeyê ya li Tirkiyeyê û destnîşan kir, ku koka gotina 'egîtîm (perwerde)' ya Tirkî, naveroka sîstema wê ya perwerdeyê radixe pêş çavan.

Daglûm bibîr xist, ku gotina 'egîtîm (perwerde)' ya Tirkî ji lêkera 'egmek' (tewandin)ê tê û got, "Li şûan ku zarok û ciwan bi vîna azad weke şexsiyetên xwedî îrade bên perwerdekirin, ji bo berjewendiyên çîna serdest weke endamekî sîstema heyî tên amadekirin. Ji bo vê yekê jî vîn û kesayetiya zarok û ciwanan tên tewandin û şikandin."

Daglûm da xuyakirin, ku ji ber vê yekê, sîstema perwerdeyê ya li Tirkiyeyê bi tenê li dibistanan tê meşandin û her dibistan veguherîne aşekî asîmîlasyonê ku vîn û kesayetiya mirovan dihêre.

Daglûm anî ziman, sîstema perwerdeyê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li ser bingeha senteza Tirk-Îslamê xwedî karakterekî tekparêz û nîjadperest e û diyar kir, pirnasnameyî, weke gefek li dijî siberoja dewletê tê dîtin, lewma di sîstema heyî ya perwerdeyê de tinekirina van nasnameyan rewa tê nîşandan.

SÎSTEMA PEWERDEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK

Daglûm işaret bi Neteweya Demokratîk kir, ku ji bo çareseriya pirsgirêkên mayînde yên li Rojhilata Navîn, rêya sereke ya çareseriyê ye û bal kişand ser rola Sîstema Perwerdeyê ya Neteweya Demokratîk. Daglûm got, "Erka bingehîn a vê sîstema perwerdeyê ew e, ku cihêrengiyan weke dewlemendiyê dibîne, hurmetê nîşanî hemû nasnameyan dide, azadiya rêxistinbûn û ramanê ya her kesî qebûl dike û rê li ber pêşketina civak û ferdên demokratîk û azad vedike."