ÇAVDÊRÎ

Coşa gerîla ya 15’ê Tebaxê

Kurdan li her derê cîhanê Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Em jî wek rojnamevanên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê dixebitin, ji bo şopandina pêşwazîkirina gerîlayan a 15’ê Tebaxê, em danê sibehê derketin rê.

Rêya me dirêj e, lê em bi sohbetê hêdî hêdî bi pêş ve diçin. Li çiyayan hatin payîzê xwe ji niha ve dide hîskirin, xweza ji bo xwe nû bike, cilên xwe yên zer li xwe dike. Tevî ewqas şer, bombeyên ku bi çiyayên Kurdistanê barandine jî, dar xwe bi înad nû dikin. Ji milekî li xwezayê dinêrim, ji milê din jî difikirim ku bê Rêberê Gelê Kurd û Kurdan, gerîlayan vê Cejna Vejînê ya 15 Tebaxê çawa pêşwazî kirine. Îsal 32. Salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê tê pîrozkirin.

Gelê Kurd ku Pêngava 15’ê Tebaxê bi awayekî herî zindî pêşwazî dike, careke din datîne holê ku bê çawa xwedî li azadiya xwe, Rêbertiya xwe, serkeftinê derdikeve. Kurd ku vê pêngava di pêşengiya Mahsûm Korkmaz de wek mizginiya azadiya xwe dibînin, îro careke din bi rûmeta vê ve 15’ê Tebaxê pêşwazî dikin.

Dema bi germahiya van hest û fikran rê li ber me dirêj dibû, di carekê de komek qelebalix a mirovan li ber çavên min ket. Dema em hinekî din nêz bûn, min fêm kir ku ev kom hêzên gerîla ne ku em diçin gel wan. Gerîlayan bi awayekî germ em pêşwazî kirin. Ji gerîlayên ku bi koma me re hatine dibêjin, “Cejna we ya Vejînê pîroz be.”

DUH Û ÎROYA PKK’Ê HATE VEGOTIN

Demekê me xwe li cihê ku gerîlayan nîşanî me dane rehet kir. Her ku dem diçe, hejmara me jî zêde dibe. Piştre gerîlayek tê cem me û dibêje wê bername destpê bike. Destpêkê gerîla ketin rêzek rêkûpêk û yek bi yek silav dan gerîlayên ku ji qadên din hatine. Piştre jî Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mûzaffer Ayata têkîldarî wate û girîngiya rojê civînekê li dar dixe. Behsa duh û îroya PKK’ê kir. Ji dîrokê mînakan dide, careke din nirx û pîvanên kadro ku PKK’ê dike PKK’e parve kir. Gerîla jî bi baldariyeke mezin lê guhdar dikin. Piştî axaftinan, gerîlayan dirûşmeya “Bijî Serok Apo”, “Bijî 15’ê Tebax” berz kirin û ji bo bernameyê di rêzê de navberek kurt danê.

Di vê demê de ez li nav gerîlayan digerim. Sohbetê dikin. Ez ji axaftinan hîs dikim ku gerîla, pêvajoya siyasî û aktîvîteyên gel ji nêz ve bi eleqe û baldariyek mezin dişopînin. Di rojava axaftinan de jî her tim di serî de Ocalan, pêşvazîkirina Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê ya ji hêla gerîlayên li qadên din heye.

BÊ GOVEND NABE

Piştî demekê, vê carê dor hat aktîvîteyên govendê û skeçê. Yek jin yek jî mêr, du kes bernameyê pêşkêş dikin û di nav çepikan de koma yekem a govendê li ser dikê xwe bi cih dike. Gerîla bi awayekî rêkûpêk û bi coş, mil bi mil govendê digerînin. Dest, ling, di heman kêliyê de bi ahengek mezin tevdigerin.

Gerîla Zerya ya ji govendê derket û hat gel min, anî ziman ku tevî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk jî, Kurd di folklorê de çanda xwe diparêzin.

Gerîlayên pêşkêşvaniyê dikin, piştî govend bi dawî bû careke din derketin dikê, gotinên Ocalan xwendin. Piştre jî gerîlayên ku wê skêcan pêşkêş bikin hatin dawetkirin.

SKECÊN KU DIHIZIRÎNE Û DIKENÎNE

Skeca yekem têkîldarî mîtolojiyê bû ku behsa diziya Enkî ya 104 Me’yan dikir.

Skeca duyem jî nûçe bûn ku gerîla Akîf pêşkêşvaniya wê dikir. Di vê skecê de ku jiyana xwe vedigotin, her kes dikeniya. Careke din min li Herêmên Parastinê yên Medyayê şahidî kir ku jiyanek pirreng a gerîla heye.

JI BO HUNERA AZAD JI EWROPAYÊ BERÊ XWE DA ÇIYA

Herî dawî jî me guhdarî stranên gerîla Baran Candemîr kir. Bi rastî jî dengekî xwe yê bandorker hebû. Piştî muzîkê, min ji gerîla Baran pirsî bê çima gelo ji aktîvîteyên hunerê yên Ewropayê veqetiyaye û çiya hilbijartine. Got dema pênabertiyê de hesreta li beramberî welat lê zêde bûye, hestên wî yên gurbûyî jî ew ber bi hunerê ve kişandiye. Difikire ku jiyana li Ewropayê takekesiyê derdixe pêş. Dema dest bi xebatên hunerê dike jî hê zêdetir nêzî gelê Kurd dibe.

Gerîla Baran destnîşan kir ku piştî felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir, her tişt hê ji kûrahî hîs kir, dîsa bi bandora sohbeta şervanên azadiyê yên Kurdistanê PKK’e hê zêdetir fêm kiriye, bi vî awayî jî di nav kelecanê de ye bi gerîlayên azad re hunerê pêş dixe.

Dema dawî li bernameyê hat, gerîlayên ku ji qadên cuda hatine ji bo vegerên cihên xwe xatir ji gerîlayên din dixwazin. Hevûdu hembêz dikin, dibêjin, “Serkeftin heval.” Bi hêvî û biryardariya ku sala 2016’an bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hev vediqetin û diçin qadên xwe yên xebatê.

 

...