Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Civaka Zerdeştiyên Kurdistanê nerazîbûn nîşanî Erdogan da

Civaka Zerdeştiyên Kurdistanê, ku navenda wê li Swêdê ye ji Recep Tayyîp Erdogan re nameyeke vekirî şand û nerazîbûn nîşanî axaftinên wî yên heqaretê li Zerdeştiyê dikin, da.

Zerdeştiyan bibîr xistin, ku Erdogan di axaftina xwe ya 28'ê Gulana 2016'an a li Amedê de gotibû, "Van mizgeftên me şewitandin, ev ateîst in, ev Zerdeştî ne; di nava van de yên henekê xwe bi nirxên miletê min dikin hene. Miletê min wê li ser sindoqê bersivê bide wan. Em hêza xwe ji milet, ew jî hêza xwe ji Qendîlê digirin..." Zerdeştiyan dan xuyakirin, ku ne cara yekê ye gotinên bi vî rengî tên bilêvkirin û gotin, "We ev yek gelek caran kirin. Mîna ku Zerdeştî sûc e, hûn mirovên baweriya xwe bi vê baweriyê tînin, hedef nîşan didin."

Di nameya Zerdeştiyan de hat ragihandin, Zerdeştî ol û mîrateyeke çandê ya qedîm a Mezopotamya û Anatoliyê ye, çavkaniya olên Semawî ye.

Civaka Zerdeştiyên Kurdistanê anî bîra Erdogan ku heqareta li Zerdeştiyê, hewldanek li dijî jiyana bi hev re, mafên mirovan, azadî, demokrasî û hemû baweriyan e û got, "Bilêvkirina gotinên nebaş li hemberî olekê, êşandina bawermendan, nezantiyê mezin dike." Civakê bang li Erdogan kir, ku dev ji vî zimanê xwe yê hilweşîner û dijberiyê berde û zimanekî hevgirtinê bi kar bîne.

ZIMANÊ NEFRETÊ YÊ LI DIJÎ ZERDEŞTIYÊ, LI RUHÊ ÎSLAMÊ NAYÊ

Lîderê rûhanî yê Zerdeştiyan Andaz Hawazy û ji damezrînerên Civaka Zerdeştiyên Kurdistanê Bîlal Gorgu ji me re axivî û diyar kirin, ola Îslamê oleke xweşbîniyê ye, lewma zimanê nefretê yê Erdogan li hemberî Zerdeştiyan bi kar tîne, li ruhê ola Îslamê nayê.

Andaz Hawazy da xuyakirin, ku Erdogan Zerdeştiyê timî biçûk dixîne û ragihand, baş e ku gelê Tirkiyeyê zanibe; ola destpêkê ya yek Xweda Zerdeştî ye, olên Yahûdîtî, Xiristiyanî û Misilmantî jî şopdarên Zerdeştî ne.

Hawazy da zanîn, gelên li Tirkiyeyê dijîn der barê Zerdeştiyê de agahiyeke xwe ya kêm hene û got, "Bi vê nameyê ve, tevî Erdogan em pêşniyarê li rewşenbîran jî dikin ku Zerdeştî û olên din lêkolîn bikin û agahiyên bi dest dixin bi gel re parve bikin. Her ol di nava hin şert û mercan de derketiye holê. Ti ji olan ji tinebûnê nafirî. Di bingeha her olê de nêrîn û felsefe heye. Lewma bandor li civakê kirin."

MEZINTIRÎN PERESTGEHA ZERDEŞTIYÊ YA CÎHANÊ WÊ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ WERE VEKIRIN

Zerdeştiyên Kurdistanî di Hezîrana sala 2012'an de xwe li Swêdê birêxistin kiribûn û perestgeheke xwe vekiribûn. Zerdeştî li Swêdê weke baweriyekê tê dîtin û ji aliyê saziyên dewletê ve tê destekkirin.

Hawazy diyar kir, ew ê navenda Civaka Zerdeştiyên Kurdistanê ji Swêdê bibin Başûrê Kurdistanê û perestegeha herî mezin a Zerdeştiyê ya cîhanê li Başûrê Kurdistanê vekin. 

Hawazy da zanîn, Rêveberiya Federal a Başûrê Kurdistanê Zerdeştiyê weke bawerî û olekê qebûl dike û di nava Wezareat Karên Olî de jî nûnerekî Zerdeştiyan heye.

PIRSGIRÊKA KURD BI MIRIN Û ŞER ÇARESER NABE

Bîlal Gorgu jî da xuyakirin, şerê li Bakurê Kurdistanê bi kêrî kesî nayê û got, "Ji ber vê yekê divê derhal bê sekinandin. Çareserî di lihevkirin, axaftin û diyalogê de ye. Kuştin ne çareserî ye. Pirsgirêka Kurd bi mirin û şer çareser nabe. Di sedsala 21'an de em nikarin vê rewşê û van qewimînan bipejirînin."