Cil û bergên Kurdî li herêma Serhedê ji nû ve tên dirûtin

Kincên gelêrî êdî li herêma Serhedê nema tên dirûtin. Adem Karahan ji bo vê çandê bidomîne, bi derfetên xwe kargehek ava kir û hatineyên vê keda xwe jî dişîne Rojava, Sûr û Cizîrê.

Bandora cil û bergên Kurdan li ser gelên Rojhilata Navîn îro jî dewam dike. Kincên herêmî, ku nîşaneya çanda gelê Kurd e, di heman demê de jiyana Kurdan nîşan didin.

Çêkirin û dirûtina van kincên rengî, ti carî bi derve ve nehat girêdan. Bi salan ji aliyê dirûnkerên Kurd ve hatin dirûtin û amadekirin.

Ev kincên ku di parastina çanda Kurdan de xwedî cihekî girîng e, li gorî yên gelên cîran bêhtir rengîn e, celebên wan zêdetir e.

Di nava kincên gelêrî de, yên jinan ji yên mêran gelekî rengîntir û zêdetir in.

Adem Karahan ê pê hesiya ku di dema dawî de li herêma Serhedê ev kinc nema tên li xwe kirin, li Bazîdê bi derfetên xwe kargehek çêkir û ji nû ve dest bi dirûtina cil û bergên Kurdî kir.

Karahan da zanîn, ku herêmê êdî ev kinc nayên dirûtin û got, "Pêwîstiyeke bi vî rengî hebû. Mirov kincê dixwest nikarîbûn peyda bikira. Bi taybetî rengên Newrozê nedihatin peydakirin. Piştre em li ser fikirîn, gelo em dikarin li vir bidirûn? Me plana xwe çêkir, qumaş anî, kargeha xwe ava kir û dest bi dirûtinê kir. Piştî ku li herêma Serhedê hat bihîstin em van kincan didirûn, gelekî daxwaza kirînê hat kirin. Ji Tirkiye û welatên Ewropayê jî daxwaz ji me tê kirin. Mirov xwedî li kincên gelêrî derdikevin."

Karahan destnîşan kir, wî ti carî bi çavê bazirganiyê li vî karî nenihêriye, armanca wî parastina vê çandê ye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji bo nasandin û parastina vê çandê me dest bi kar kir. Ji ber ku kincên gelêrî hema hema nema ne. Li herêma me êdî kesî li xwe nedikir. Beşek ji pereyê kincê tê firotin, em didin Komeleya Alîkariya Rojava. Em dişînin herêmên mîna Sûr û Cizîrê. Ji ber ku em weke karekî tîcarî lê nanihêrin, piştî ku em pê debara xwe dikin û pêwîstiyên xwe peyda dikin, yên mayî em didin saziyan çandî."

...