BI DÎMEN

Cejna Xidir Nebî li Moskowayê hat pîrozkirin

Cejna Xidir Nebî Xidil Îlyas ku weke Cejna Kurdên Êzîdî tê zanîn li Moskowayê bi tevlîbûna delegasyona Rojava û Başûr hate pîrozkirin.

Rêxistina Êzîdiyan a ku li paytexta Rûsya Moskowayê dixebite, cejna Xidir Nebî Xidir Ilyas ku weke cejna Êzîdiyan tê zanîn pîroz kir. Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim, Wekîlê Goran Şêrko Hama Amîn Qadir, Wekîlê YNK’ê Izzet Sabîr Ismaîl, nûnerên saziyên Kurd ên ku li Moskowayê ne, cara pêşî bi tevlîbûna çar parçeyên Kurdistanê cejna Êzîdiyan hate pîroz kirin ku weke cejna pêşî ya salê zanîn.

Pîrozkirin bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo cangoriyên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştre Serokê Êzîdxanê Egîdê Fero axivî û got, "Piştî ku Êzîdxan rizgar bû cara pêşî ye ku pîrozbahiyeke wiha tê kirin û hebûna mêvanên me ya ji çar parçeyên Kurdistanê ya li vê cejnê ji bom e rûmet e. Ji bo ku em cejna pêşî ya salê ya di baweriya Êzîdiyan de, ku cejna herî kevn a gelê Kurd e, bi hev re pîroz dikin em pir şad û bextewar in. Em hêvî dikin ku ev yekbûna me bibe sedema azadbûna Kurdistanê."

Piştî axaftina Egîdê Fero mêvanên ku li cejnê amade bûn hîs û ramanên xwe vegotin. Piştre xwarin, şêranî hate dayin. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.