Çarşema Sor li Şengalê hate pîrozkirin

Cejna Çarşema Sor li Şengalê bi rengekî girseyî hate pîrozkirin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir. Di çalakiyê de peyamên Yekîtiya Şaredariyên Rojava, Meclîsa gundê Borikê, Komîtya Alimên Olî yên Şengalê, Komîteya Malbatên Şehîdan û MLKP Rojava hatin xwendin.

Piştî xwendina peyaman, li Komîteya Amadekar Heso Brahîm, ji Meclîsa Damezrîner a Şengalê Xidir Salih, ji Koordînasyona Civaka Demokratîk a Êzidiyan Elî Saçik, ji Meclîsa Jinê Kinê Xwedêda, ji Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Hekîm Xelo, li ser navê PYD'ê Beşîra Derwêş, ji Meclîsa Minbicê Îbrahîm Qeftan, li ser navê Saziya Ol û Baweriyan a Kantona Cizîrê Henê Somê, li ser navê Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê Şêx Dijwar Xelef, ji Meclîsa Federasyona Bakurê Sûriyeyê Mensûr Selûm axivîn.

Piştî axaftinan Koma Botan û Koma Zarokan a Şengalê derketin ser dikê. Pîrozbahiyê heta danê êvarê dewam kir.