Bi çavê xwendekaran bajarekî paqijtir

Gerînendehiya Karê Paqijiyê ya Şaredariya Sûrê û saziya ÇEVSAN bi hev re ji xwendekaran re pêşbirkeke wênesaziyê lidar xistin.

Gerînendehiya Karê Paqijiyê ya Şaredariya Sûrê û saziya ÇEVSAN bi hev re ji xwendekaran re pêşbirkeke wênesaziyê lidar xistin. Xebata bi navê “Ji bo Sûrên paqijtir” ya wênesaziyê bi tevlîbûna gelek xwendekaran pêk hat û wêneyên ku di pêşbirkê de bi ser ketin xelat wergirtin. 

Şaredariya Sûrê di çarçoveya kampanya ji bo paqijiyê di nava xwendekarên dibistana navîn de pêşbirka wênesaziyê lidar xist. Merasîmên xelatdayînê li navenda çand û perwerdeyê ya Emekê bi amadebûna Hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barût, alîkarên hevşaredaran û rêveberên saziya ÇEVSAN'ê pêk hat. 

Di merasîmên xelatdayînê de Hevşaredar Fatma Şik axaftinek kir û li ser girîngiya paqijiya hawîrdorê rawestiya: "Me ev xebat jî di çarçoveya kampanyayên xwe yên ji bo paqijiya bajêr lidar xist da ku em bala xelkên xwe bêtir bidin ser vê mijara girîng ya ku divê em tev destê xwe bidin hev û bi hevre bajarê xwe paqijtir bikin."

Her wiha Şik xwendekarên ku hêjayî xelatdayînê dîtin pîroz kir û gotina xwe bi slogana kampanyayê paqijiyê ya ku dibêje 'Ez ji Amedê hez dikim , qirêj nakim' bi dawî kir. 

Di vê pêşbirka wênesaziyê ya ji bo paqijiya nava Sûran de xwendekar ji 20 dibistanan tevlî vê pêşbirkê bûn. Di dawiya vê pêşbirkê de ji bo xwendekarên ku hêjayî xelatê hatin dîtin Biskilêt, Laptop, tablet û çîrokên kurdî hatin diyarîkirin. 

...