Amadekariyên 23. Mîhrîcana Çandê ya Kurd destpê kirin

NAV-DEM’ê diyar kir ku dest bi amadekariyên 23. Mîhrîcana Çandê ya Kurd a Navneteweyî kirine. Mîhrîcan wê bi şîara, “Bi diyarîkirina şehîdên Şengal û Kobanê, bi rêbertiya azad re paradîgmaya neteweya demokratîk ava bikin” pêk were.

NAV-DEM’ê diyar kir ku dest bi amadekariyên 23. Mîhrîcana Çandê ya Kurd a Navneteweyî kirine. Mîhrîcan wê bi şîara, “Bi diyarîkirina şehîdên Şengal û Kobanê, bi rêbertiya azad re paradîgmaya neteweya demokratîk ava bikin” pêk were.

NAVE-DEM daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo 23. Mîhrîcana Çandê ya Kurd a Navneteweyî ya 5’ê Îlonê wê li bajarê Hagen ê Elmanyayê pêk were banga tevlîbûnê kir.

NAV-DEM diyar kir ku komîteya amadekar a mîhrîcanê 2’ê Tîrmehê civîna amadekariyê li dar xistiye ji bo mîhrîcanê tevayî amadekariyên teknîk û burokratîk temam kirine.

Di daxuyaniyê de hat gotin Mîhrîcan wê bi şîara, “Mîhrîcana îsal bi diyarîkirina şehîdên Şengal û Kobanê, bi rêbertiya azad re paradîgmaya neteweya demokratîk ava bikin pêk were” û divê mîhrîcan bi ruhê serhildanê bê lidarxistin.

NAV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de got: “Ji bo bi azadiya mîmarê aştî û demokrasiyê Serok Apo re neteweya demokratîk bê avakirin bi ruhê seferberî divê em ji bo 23. Mîhrîcana Kurdistanê ya Navneteweyî bixebitin.”

NAV-DEM’ê diyar kir ku bersiva herî bi bandor a li hember êrîşan ev e ku bi xurtî tevlî mîhrîcanê bibin û wiha hat gotin, “Lewma banga me ji tevayî Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn û dostên wan ev e ku ji bo mîhrîcanê aktîf bixebitin û propaganda bikin. Hemû navendên civaka demokratîk, ABDEM û pêkhateyên Yekîtiya Hêza Demokratîk pêwîst e kesên bi wan re di nav têkiliyan de ne tevlî mîhrîcanê bikin. Hemû hêza xwe bixin nav tevgerê.”