AKP’yiyan bi êrîşîkirina gorên Êzidiyan ve ‘Erê’ pîroz kirin

Li navçeya Wêranşar a Rihayê di şeva referadûmê de ku herî zêde bêhiqûqî lê hate kirin, derket holê ku di bin navê ‘pîrozbahiyê’ de li gundê Zewra êrîşî gorên Êzidiyan kirine.

Serokê Wexfa Çanda Êzidiyan Sosyolog Azad Bariş ê ji ANF’ê re axivî, bal kişand ku gorên kalkê wan û ximên wan jî di nav de bi giştî 8 gor hatine texrîbkirine. Bairş got: “Çawa ku DAIŞ’ê êrîşî gor û mezargehan kirin, rûyê xwe yê dij mirovahiyê derxist, ên ku li dijî gor û mezargehên me van pêkanînan dikin, xwedî heman hişmendiyê ne.

‘HÊZÊN AKP’Ê YÊN PEREMILÎTER’

Azad Bariş destnîşan kir ku şeva 16-17’ê Nîsanê di referandûmê de li gundê Zewra yên ku gorên Êzidiyan lê ne, ji aliyê kesên nenas ve gor hatine texrîbkirin. Bariş diyar kir ku li ser agahdarkirina biraziyê wî agahî girtiye kû êrîş kirine. Bariş diyar kir ku gorên kalkê wan û ximên wan di nav de bi giştî 8 gor hatine texrîbkirine. Bariş diyar kir ku li Wêranşar a ku di refernadûmê de bi hîleyên xwe ketin rojevê, cerdevanên ku mîna hêzên peremilîter ên AKP’ê tên bikaranîn li gund xebatan birêve dibin. Bariş destnîşan kir ku gumanekî pir mezin heye ku ev êrîş ji aliyê van kesan ve pêk hatiye. Bariş wiha got: “Yên ku xwe li gorên kesûkarên me yên ku çûne ber rehma xuda negirin, tê wateya rêz li hember nirxên Êzidiyan nagire. Dîsa di heman demê de tê wateya bêrêzî li hember vîna gelên herêmê. Di çanda Anadoluyê de tişîtek wisa nîne ku bêrêziyê li ser goran bike û gor bên texrîbkirin.”

'HIŞMENDIYA DAIŞ'Ê '

Bariş wiha domand: "Di bin navê 'Pîrozbahiyê' de ku ev êrîşa pêk hatî , di heman demê de dide nîşandan ku politîkayên AKP'ê yên cûdakariyê ne. Ev kîn, nefret û xirakirin, bi taybet di salên dawî de bi selefiyên DAIŞ'ê re dîsa derketiye holê. Çawa ku DAIŞ’ê êrîşî gor û mezargehan kirin, rûyê xwe yê dij mirovahiyê derxist, ên ku li dijî gor û mezargehên me van pêkanînan dikin, xwedî heman hişmendiyê ne.Li derdora gund ji xwe cerdevan, aşîr û kesên nêzîkê AKP'ê hatine bicihkirin. Êrîşa li dijî hebûna me bi ti şêweyî nayê qebûlkirin.

'EM DEV JI AXA XWE BERNADIN'

Bariş diyar kir ku ji ber ewlehiyê navê kesekê ku wêneyê goran kêşaye eşkere nake û li Navenda Jendermeyan a Wêranşarê gilî kiriye. Bariş wiha domand: "Li vir tenê armancek heye ku Êzidiyan koçber bikin. Me ji xaka me derxistin û niha ji dor hatiye miriyên me. Ev bûyerên he yek ji politikayên hikûmet û dewletê ye ku dixwazin cudakariyê bikin."

Di dawiyê de Serokê Wexfa Çanda Êzidiyan Bariş wiha got: "Heta roja me ya îro, rêzdariyek mezin ji bo goran hebû. Dema ku hikûmet û dewlet politîkayên êrîşan yên li dijî goran xist dewrê, kesên ku ji vê cesaret girtin ji xwe re pay derxistin holê. Bila vale tevnegerin; Em qet dev ji xaka xwe bernadin."