AKP û dewleta Tirk li Stockholmê hatin şermezarkirin

Bomberdûmana dewleta Tirk a li hember Herêmên Parastinê yên Medya li paytexta Swêd Stockholm li pêşiya Sefaretxaneya Tirkiyeyê hat şermezarkirin.

Bomberdûmana dewleta Tirk a li hember Herêmên Parastinê yên Medya li paytexta Swêd Stockholm li pêşiya Sefaretxaneya Tirkiyeyê ji aliyê Kurdîstanî, Tirkiyeyî û şoreşgeran ve bi xwepêşandanekê hat şermezarkirin.

Di xwepêşandana bi banga Komeleya Çandê ya Demokratîk a Kurd a Swêd û Meclîsa Jinan a Amara ve hat lidarxistin, rêxistinên civaka sivîl ên Tirkiyeyî û Kurdistanî jî bi tevlîbûna xwe destek dan.

Di axaftinan de êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin, di serî de hikûmeta Swêd û Yekîtiya Ewropayê bang li sazî û dezgehên navneteweyî hat kirin ku li hember polîtîkayên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd derkevin.

PROVOKASYONA NÎJADPEREST

Piştî bangazawaziyên bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk di ANF û tevna civakî de hatin weşandin, hêzên nîjadperest û faşîst ên ketin nav tevgerê, ji bo kombûna li pêşiya Sefarexaneya Tirk û parastina wê bang kirin.

Beriya ku Kurdistanî û dostên wan li ber avahiya sefaretxaneyê xwepêşandanê li dar bixin, komeke faşîst a ji 35-40 kesî li ber sefarestxaneyê kom bû, alên MHP’ê û nîşana gur çêkirin.

Dirûşmên nîjadperestî yên koma faşîst dem dem bû sedem ku alozî rû bidin. Hin xwepêşanderên xwestin biçin ser koma faşîst ji aliyê komîteya amadekar û polîsan ve hatin astengkirin.