31 welatên nû Peymana Xwezayê ya NY erê kir

31 welatan ragihandin ku Peymana Xwezayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) a ku di meha Nîsanê de hatibû îmzekirin erê kirine. Tê payîn ku peyman heta dawiya salê bikeve meriyetê.

Sekreterê Giştî Ban Kî-Moon yê ku di Desteya Giştî yê NY’yê de axivî, diyar kir ku 31 welatên ku ji sedî 12,6’ê gaza ku bandorê li atmosferê dike‘Berpirs in’, ev peyman erê kirine.

Peymana ku li Parîsê di Konferansa Xwezayê ya COP21 û 22 Nîsanê bi merasîmekê hate îmazakirin hata roja me ya îro ji aliyê 60 hikûmetên welatan û bi biryara parlementoyê hate erê kirin. Ev welat, ji sedî 47,5’ê berpirsin ji gaza ku bandore li atmosferê dikin.

Tê payîn ku peyman heta dawiya salê bikeve meriyetê. Ji bo praktîzekirina peymanê divê ji aliyê 55 welatên ku ji sedî 55’ê gaza sera ya bi bandor hildiberînin îmze bikin.