BI DÎMEN

2. Festîvala Zarokan a Rojava dewam dike

2. Festîvala Zarokan a Rojava di roja 7. de bi muzîk, govend û lîstikên şano dewam dike.

2. Festîvala Zarokan a Rojava di roja 7. de bi muzîk, govend û lîstikên şano dewam dike. Festîval li Rimêlanê, li Navenda Çandê ya Aram Tîgran bi şiyara "Zarok rengê jiyanê ye" pêk tê. 

Ji bajarên kantona Cizîrê û ji kantona Kobanê gelek komên çand û hunerê yên zarokan tevlî festîvalê bûn.

Di roja 6. de komên Şehîd Diljîn Nêrgiz govendên filiklorî yên ji herêma Wanê pêşkêş kirin. Koma Berfa Çiya jî çend stranên xwe pêşkêş kirin. Komên herêma Koçerat yên weke koma `Dengê Kulîlkên Koçerat` şanoyek bi navê “Çûka Derewkar”pêşkêş kir. Heman komê govendek ji herêma Koçerat jî pêşkêş kir.

Komên zarokan ên ji Hesekê jî wê îro ku roja 7. e hunera xwe ya muzîk, govend û şanoyê pêşkêş bikin.

...