108 milyon însan di nav birçîbûnê de dijîn

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropa (YE) li dinyayê ji 100 milyonî zêdetir mirov hindik maye ku ji nêza bimirin.

Di raporê de tê gotin 108 milyon mirov rasterast birçî ye û ji ber vê jî dibe ku mirin çêbibin.

Li gorî heman raporê kesên ku di nav birçîbûnê de dijîn li gorî sala 2015’ân ji sê paran parek zêdetir bûne.

Îsal deverên ku talokeya xelayê herî pir lê heye Sudana Başûr, Somalî, Yemen û Bakurê Rojhilat ê Nîjeryayê ye ku çeteyên Boko Haram komkujî lê kirin.

Li gorî raporê ji bilî van deveran her wiha li Iraq, Sûrî, Zimbabwe û Malaî jî zad pir kêm e.

Di raporê de tê goitn li gel şer, kêmbûna baranê jî dibe sedem ku zeviyên çandiniyê ziyanê bibînin.

Di raporê de li gel têrbûna kêm a akûtê her wiha kesên ku ne xwedî zad in jî di nav 108 milyon kes de hatin bicihkirin.