1,8 mîlyar mirov wê ji çavkaniyên avê bêpar bimînin

Li gorî lêkolînek ji bo konferansa Yekîtiya Geofîzîk a Amerîkayê hate amadekirin, çavkaniyên avê yên li binê erdê, wê heta sala 2050'î gelekî kêm bibin.

Konferans li bajarê San Francîsco yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) hate lidarxistin.

Di lêkolînê de hate ragihandin, gelek herêm ji aliyê çavkaniyên avê ve di rewşeke 'bi rîsk' de ne û hat gotin, Hîndîstan, Arjantîn, Awûstralya, eyaleta Kalîforniya ya DYA û welatên Başûrê Ewropayê di vê çarçoveyê de ne.

Li gorî modela enformatîk a ji bo lêkolînê hate amadekirin, jorê çemê Ganj ê Hîndîstanê û ava binê erdê ya li Spanya û Îtalyayê wê di navbera salên 2040 û 2060'î de biçike. Li gorî vê modelê, gelek çavkaniyên avê yên li eyaleta Kalîforniya ya DYA jî wê heta sala 2030 ziwa bû be.

Di heman demê de, li başûrê eyaletên Teksas, Oklohama û New Meksîko ku li Deştên Mezin (Great Plaîns) ên ji Kanadayê heta Meksîkayê cih digirin, wê çavkaniyên avê di navbera salên 2050 û 2070 de biçikin.

Li gorî raporê, eger tedbîr neyên girtin wê di nava dehan salên pêş de li herêmên ku 1,8 mîlyar mirov lê dijîn, çavkaniyên avê biçikin.

Li gorî raporeke Neteweyên Yekbûyî, ku di sala 2014'an de hatibû weşandin, ji sedî 20 ê çavkaniyên avê yên cîhanê bi rengekî bê kontrol tên bikaranîn.