Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Zêdeyê milyarekî mirov ji sêhrê bawer dikin

Li gor lêkolîneke li 95 welatan hat kirin, zêdeyê milyarek mirov ji sêhrê bawer dikin.

Lêkolînerekê/e Zanîngeha Washîngrtonê, hemû lêkolînên li ser sêhrê berhev kirin û encamên wan di kovara Plos One de weşandin.

Li gor encamên lêkolînên li ser vê mijarê yên li 95 welatan hatine kirin, ji her 8 kesan kesek ji sêhrê bawer dike. Li Swêdê rêjeya baweriya bi sêhrê ji sedî 9 li Tûnûsê ji sedî 90 e.

Li gor encamên lêkolînê kesên perwerdedîtî û rewşa xwe ya aboriyê baş, zêde bi sêhrê bawer nabin.

Hêmanên çandî û civakî yên têkildarê sêhrê jî hene. Bo mînak; mirovên ji çandên konformîst ku saziyên wan qels in meyla wan bêhtir li ser sêhrê ye.