YE’yê erê kir ku dawî li bikaranîna wesayîtên bi motorên termik bê

Yekitiya Ewropayê, piştî ku Elmanyayê blokaj rakir, erê kir ku ji sala 2035’an û pê ve dawî li bikaranîna wesayîtên bi motorên termik bê anîn.

27 dewletên YE’yê erê kir ku ji sala 2035’an û pêve dawî li bikaranîna wesayîtên bi motorên termîk ên nû bê anîn.

Bi vê biryarê wê bibe mecbûrî ku wesayîtên nû bêyî ku CO2 ji wan çêbibe bên çêkirin. Wê wesayîtên bi dîzel, mazot û hîbrîd tên bikaranîn qedexe bibin û bi tevahî wesayîtên bi elektrîkê dişuxulin bên teşwîqkirin.

Di civîna Wezîrên Enerjiyê yên YE’yê ku li Brukselê li hev civiyan, 27 welatên YE’yê got erê. Bi tene Polonyayê got na. Îtalya, Romanya û Bulxaristanê negot erê, ne jî na.