Welatên pêşketî dûrî bicihanîna sozên xwe ne

Li gorî analîzeke nû ya ku roja Duşemê hate kirin, welatên pêşketî wê nikaribin xwe bigihînin armanca alîkariya avhewayê ya ji 100 milyar dolarî ku dane welatên xizan.

Tê payin ku analîz bandoreke neyînî li danûstandinên avhewayê yên COP26 a Neteweyên Yekbûyî bike ku wê hefteya bê li Skoçyayê were lidarxistin.

Ji bo welatên bi pêş dikevin û dewletên giravan ên biçûk karibin li gorî guhertina avhewayê xwe bi rêk û pêk bikin, diviyabû danûstandin bihata kirin ku alîkariya welatên pêşketî ya ji van welatan piştî sala 2025'an salane di ser 100 milyar dolarî re bûya.

Ev welat bi giranî ew welat in ku bandora herî giran a avhewayê lê dibe, lê belê di mijara emîsyona global de ya ku dibe sedema germahiya global para wan gelekî kêm e. Gelek ji wan ji ber soza ku welatên dewlemend di fînansekirina avhewayê de tevlî Peymana Parîsê ya sala 2015'an bûn.

Ji şêwirmendên Tevna Çalakiyê ya Guhertina Avhewayê ya Navneteweyî Harjeet Singh anî ziman ku fînansmana avhewayê 'bingehîn e' û destnîşan kir ku eger armanca li ser alîkariyê ya hatiye diyarkirin bi cih neyê anîn wê baweriya bi cîhana pêşketî ji holê rabe.

Kanadayê bi bihara derbasbûyî de ragihandibû ku wê alîkariya avhewayê di nava pênc salên bê de salane bigihêjîne derdora 855 milyon Dolarê DYE'yê û bi vî rengî bi du qatî zêde bike. Elmanyayê jî diyar kir ku wê ji sedî 50 zêde bike û heta sala 2025'an bigihîne 6 milyar Euroyî.

Zelanda Nû û Swêdê jî bi sozên nû bersiv dan. Îtalyayê ku vê hefteyê malovaniyê ji civîna bilind a lîderên G20 re dike, yek ji wan welatan e ku heta niha soza xwe ya fînansekirina avhewayê zêde nekiriye.

Rêxistina Pêşketinê û Hevkariya Aborî (OECD) meha derbasbûyî diyar kir ku fînansmana avhewayê sala 2019'an gihîşt 80 milyar Dolarê DYE'yê, lê belê nepêkane ku heta dawiya sala 2020'î bigihêje 100 milyar Dolarê DYE'yê.

Tê gotin bi alîkariyên nû yên van çend mehên dawî hatin dayin, fînansmana avhewayê ya salane sala bê wê bigihêje 97 milyar dolarî û herî dawî jî sala 2023'an bigihêje 100 milyar dolarî.