Sîbirya dişewite, li Brezîlyayê jî bahoza berfê

Herêma ku herî zêde sar a Rusyayê Yakutistanê şewata li daristanê derketî li ser herêmek berfireh bandor kir, li Brezîlyayê jî pêlên hewayê sar heye. Li welat bahoza berfê derket.

Sîbîrya bi şewatên ku li daristanan derketî têdikoşe. Ji ber germahiya ku derasayî, hişkesaliyên dem dirêj û tedbîrên ku ji aliyê hikûmetê ve nehatin girtin, vegeriyan şewatên daristanan. Her sal rewşên bi vî rengî derdikevin holê.

Di salên dawiyê de li Rûsyayê ji ber bandora germahiyên kûrewî, germahiyên zêde û hişkesalî derket asta herî jor. Ji Moskovayê bigire hetanî herêma herî sar Yakutistana li ber peravên okyanusa Arktîkayê, rewş wiha ye. 

Ji destpêka sala 2021’an hetanî niha li Yakutistanê zêdeyî milyonek û 500 hezar hektar daristan şewitîn. Li bendê ne ku îsal dema şewatan mehek dirêj biajo.

Hawirdorparêz polîtîkayên tekoşînê ya li dijî şewatan a Rûsyayê rexne dikin. Bi taybet jî biryarnameya ku hikûmetê di sala 2015’an de derxistî rastî bertekan tê. Di vê biryarnameyê de, eger têçûyîna şewatan zêde be, destûr dide ku meqamên xwecihî midaxeleyê ji agir re nekin.

Şewatên daristanan Sîbîryayê diqelîne, lê aliyê din yê gerstêrkê, li başûrê Brezîlyayê bû sedema bahoza berfê. Sedema vê pêla hewayê diqerisîne çavkaniya xwe ji pêla hewaya sar a ji behrên subantarktîkê re derbasî çiyayên Andê dibin e. Li Brezîlyayê herî kêm 13 bajar ji pêla sar a hewa bandor bûn. Germahiya hewayên neyînî hetanî pîleya  -15’ê tê hîskirin.

Herî dawî sala 2013’an li Brezîlyayê rewşek wiha derketibû holê.