'Rêbaza paqijkirina heriya binî, şaş e'

Paqijkirina heriya binî ya li Gola Wanê bûye mijara nîqaşê. Hawirdorparêz dibêjin ku armanc rast e, lê rêbaz şaş e. Diyar dikin ku ev eyk jî wê zerarê bide golê.

Qirêjiya li Gola Wanê ku gola herî mezin a xwezayî ya Bakurê Kurdistanê ye, gihîştiye asteke metirsîdar. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê 'plana çalakiyê ya parastina dorhêla Gola Wanê' xiste dewrê. Di çarçoveya planê de heriya ji ber ava kanalîzasyonê li binê golê çêbûye, tê paqijkirin. Komeleyên hawirdorparêziyê û civata akademîk dibêjin ku ev paqijî bi rêbazeke baş nayê kirin. Tê gotin bi kolandin û dagirtina binê golê re herî tê paqijkirin, lê bel ê bi vê rêbazê zerareke hîn mezintir li golê dibe.

Serokê Komeleya Hawirdorparêziyê ya Wanê (VAN ÇEV-DER) Alî Kalçik anî ziman ku ji ber xemsariyê Gola Wanê gelekî gemarî bûye û diyar kir ku li binê golê gelekî herî çêbûye.

Kalçik anî ziman, karê paqijkirina binê golê ji heriyê, bi taybetî li qadeke ji 20 kîlometreyî ya navbera navçeyên Tûşba û Artemêtanê divê bi hesasiyeteke mezin bê kirin û got, karê ku niha ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve tê kirin, li gorî mewzûatê nîne.

Kalçik bi bîr xist ku wezareta pêwendîdar di vê mijarê de xwedî mewzûatekê ye û ragihand, ji bo paqijkirina heriya li binê golê destpêkê nava golê bi kavilan tê dagirtin, piştre tê kolandin û dagirtin, herî dawî jî binê golê bi kepçeyan tê paqijkirin.

Kalçik destnîşan kir ku ev rê û rêbaz ji bo xapandinê ye û got, "Li şûna ku çêbike, xera dike."