Pitik bi 15 qatî ji mezinan bêhtir mîkroplastîkê dadiqurtînin

Lêkolîner dibêjin, ji ber xwarinê, pêlîstokan û derdorê, pitik hîn bêhtir plastîkê dadiqurtînin.

Li gorî lêkolîneke, rêjeya mîkroplastîkan a li bedena pitikan bi qasî 15 qatî ji ya mezinan zêdetir e.

Mîkroplastîk ji 5 mm'yî biçûktir e û bi giranî ji parçeyekî mezintir ê plastîk jê dibe û li derdora mirovan belav dibe.

Di lêkolîneke Dibistana Zanîngeha New Yorkê de terxê şeş pitik û 10 mezinan, her wiha terxê destpêkê yê pitikên nû jidayikbûyî lêkolîn kirin.

Di nava nimûneyan hemûyan de lîfên mîkroplastîk hatin dîtin. Li gorî vê yekê asta PC (polikarbonat) li gel pitik û mezinan weke hev bûn, lê asta PET (polietilen tereftalat) li gel pitikan nêzî 14 qatî zêdetir bû.

Li gorî lêkolîneran, ji ber memika ku pitik dimêşin û xaliyên bi madeyên kîmyewî yên pitik li ser çarpiyan diçe, asta PET'ê bi pitikan re zêde ye.

Pispor dibêjin, ji bo pitik ji mîkroplastîkan bêne parastin, divê berhem û alavên ji bo pitikan ji malzemeyên pê bawer ên ji derveyî plastîkan bêne çêkirin.