Li her dera dinyayê daristan dişewitin

Ji serê meha havînê ve li her dera dinyayê agir bi daristanan dikeve. Li Sîbîryayê ya ku yek ji cihê herî sar ê dinyayê agir bi daristanê ket.

Ev çend hefte ne herêma Sîbîrya ya Rûsyayê di nav agir de ye. Ji meha Gulanê ve li vê herêmê agir bi daristanan dikeve û şewat nayê tefandin.

Rêxitina Meteorolojî ya Dinyayê di 26’ê Tîrmehê de li ser twîtterê wêneyekî şewata daristana li rojhilatê Sîbîryayê weşand. Di wêne de daristana 800 kîlometrekare dişewite. Li gorî daneyên Greenpaceyê ji ber şewata daristanan 3,2 milyon hektar qad bûye xwelî.

Li Tirkiyeyê jî li bajarên wekî Edene, Entalya, Mêrsîn, Mûgla û Osmaniyeyê şewata daristanan didome û heta niha 6 kes ji ber şewatê mirine.

Li bakurê Lubnanê jî sê roj in agir bi gir û baxçeyan ketiye, şêniyên herêmê bi derfetên xwe dixwazin şewatê bitefînin.

Li bakurê rojhilatê Peloponez (Mora) ya nêzî bajarê Patrasê ya Yewnanistanê ji ber şewatê 20 xanî şewitîn û 8 kes birîndar bûn. Di 1’ê Tebaxê de 300 xebatkarên îtfaiyeyê, 77 kamyon, 2 balefirên tefandina şewatê û 5 helîkopteran hewl didan şewatê bitefînin. Roja Şemiyê agir bi 58 deran ketibû.

Li Îtalyayê jî vê hefteyê li 800 cihan agir bi daristanan ket. Di dawiya hefteyê de li Sardînyayê 20 hezar hektar daristan, baxçeyên zeytûnan û erdê çandiniyê şewitîn.