Li Awûstralyayê rêjeya germayê rekor derbas kir

Germahiya hewayê ya li Awûstralyayê li herêmekê bi 50.7 dereceyan gihîşte asteke mezin.

Buroya meteorolojiyê diyar kir ku li bajarê Onslow ê peravî yê Awûstralyaya Rojava germahî gihîştiye 50,7 pileyî ku ev asta herî bilind a 62 salên dawî ye.

Di 2’ê Çileya 1960’an de, germahiya hewayê wekî 50,7 dereceyî li balafirgeha Oodnadatta ya li Awûsturalya ya Başûrê hatibû pîvandin.

Rêvebirê Konseya Avhewayê Martîn Rîce diyar kir ku meyla demdirêj a germbûna gerdûnî ya ji şewitandina komir, neft û gazê çavkaniya xwe digire, beşek ji sedemên vê rekorê ne.

Rîce anî ziman ku van germahiyên zêde berê li Awûstralyayê rê li ber "encamên karesatbar ên kujer" vekirine û got, "Li Awûstralya, pêlên germahiyê bi bêdengî dikuje û ji her bûyerek din ên hewaya giran zêdetir dibin sedema mirinan."

Awûstralya havînek bi şewatên mezin ên daristanên li rojavayê welat û lehiyên kujer ên li peravên rojhilatê wê derbas kir.

Li gorî Martîn Rîce ger gazên serayê kêm nebin, dibe ku ev germahiyên rekor belav bibin.

Rîce destnîşan kir, "Heya sala 2030’an li Sydney û Melboûrne wê rojên me yên havînê yên bi 50 dereceyî hebin."