HDP cejna Gadîr Hûm pîroz kir

Alîkara Hevserokên HDP'ê ya ji Komîsyona Bawerî û Gelan Berpirsyar Tulay Hatîmogûllari cejna Gadîr Hûm a Elewiyên Ereb pîroz kir.

Hatîmogûllari di peyama xwe de got, "Cejna Gadîr Hûm ku her sal li roja 18'an a meha Zîlhîcce rast tê, weke yek ji cejnên herî pîroz ên Elewiyên Ereb tê pîrozkirin. Di serî de Elewiyên Ereb ên li Tirkiyeyê ku bi gireanî li Hatay, Edene, Mersînê dimînin, em Cejna Gadîr Hûm li Elewiyên Ereb hemûyan ji dil pîroz dikin."

Di peyamê de hate xwestin ku Cejna Gadîr Hûm weke betlaneya fermî ya olî bê ragihandin û hate gotin, "Em hêvîdarin ku cejn bibe wesîleya aştî û biratiya li welatê me û Rojhilata Navîn."