Di nava hefteyê de 8 hezar gavan bi rê ve çûn metirsiya mirinê kêmtir dike

Li gorî lêkolînekê, di nava hefteyê de carek an jî du caran 8 hezar gavan bi rê ve çûn metirsiya mirinê kêmtir dike.

Ji xwe dihat zanîn ku aktivîteyên fîzîkî ya birêkûpêk metirsiya mirinê kêm dike, lê di lêkolînekî ya di kovara JAMA Network Open de bal kişandin ser sûdên meşîna birêkûpêk.

Lêkolînerên Zanîngeha Kyoto û Zanîngeha Kalîforniya ya Los Angelesê daneyên derbarê 3 hezar û 101 kesên mezin ên Emerikî lê kolandin.

Lêkolîneran diyar kirin ku kesên ku di nava hefteyê de carek an jî du caran 8 hezar gavan dimeşîn, metirsiya mirinên wan li gorî yên birêkûpêk nameşin sedî 14,9 kêmtir e.

Hat diyarkirin ku kesên ku di nava hefteyê de 3 an jî 7 caran birêkûpêk dimeşin jî, metirsiya mirinên wan ji sedî 16,5 kêmtir bûye.

Her wiha sûdên meşîna birêkûpêk ji bo kesên bi têmen 65 û jortir zêdetir e.

Tê diyar kirin ku aktivîteyên fîzîkî ya birêkûpêk metirsiya nexweşiyên dil, şekir, qelewiya zêde, tansiyon û depresyonê kêmtir dike.