Colemêrg bajarê herî ciwan e, lê nifûsa wê kêm dibe

Nifûsa herî ciwan li Colemêrgê ye, lê belê rêjeya nifûsa giştî ya li vî bajarî kêm dibe. Ciwanên Colemêrgî ji ber bêkariyê koçî metropolên Tirkiyeyê dikin.

Li Colemêrgê ku nifûsa herî ciwan a Kurdistanê û Tirkiyeyê li vî bajarî ye, ji sedî 85 ê nifûsa ciwanan bêkar e.

Li gorî encamên Sîstema Qeydkirina Nifûsê ya li gorî Navnîşanê (ADNKS) bajarê ku nifûsa wê herî ciwan e bi rêjeya ji sedî 23.4 Colemêrg e.

Piştî Colemêrgê bi rêjeya ji sedî 22,5 Şirnex û ji sedî 21,8 jî Sêrt bajarên herî ciwan e.

Tevî ku ji aliyê nifûsa ciwanan ve di rêza destpêkê de ye nifûsa giştî ya Colemêrgê kêm dibe. Nifûsa Colemêrgê di sala 2018'an de 286 hezar û 470 bû, di sala 2020'î de daket 280 hezar û 514'an.

Ciwanên Colemêrgî ji ber bêkariyê koçî metropolên Tirkiyeyê dikin.

BI ZANEBÛN DERFETÊN KAR NAYÊN AFIRANDIN

Serokê Şaxê Colemêrgê yê Egîtîm Senê Mûrat Balikesîr diyar kir ku nifûsa ciwan û dînamîk li şûna ku hilberîner be, mixabin niha bêkar û pasîf e.

Balikesîr diyar kir ku bi salan e çavkaniyên Colemêrgê li qadên cuda têne bikaranîn, derfetên kar nehatine afirandin û got, "Tevî ku sewalkarî çavkaniya bingehîn a debarê ye, zozan hatine qedexekirin û bi vî rengî sewalkarî li ber tunebûnê ye. Şîrketên madenê çavkaniyên binê erdê yên Colemêrgê talan dikin û bi ti awayî razemeniyê li Colemêrgê nakin. Saziyên dewletê di wergirtina karkeran de alîgirên xwe bi hêsanî tevlî kar dikin, lê belê ciwanên xizan bêkar dihêlin. her wiha ciwan di salên dawî de tevlî xefika fûhûş û narkotîkê dikin."

BANDORA HERÎ GIRAN A KRÎZÊ

Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Lokman Ozdemîr bi bîr xist ku li Colemêrgê bi hezaran mezûnên lîse û zanîngehê hene, lê belê bêkar in û ev yek polîtîkayeke bi zanebûn e.

Ozdemîr ragihand ku li qadên bejahî yên Colemêrgê çandinî û sewalkarî li ber tunebûnê ne û anî ziman ku li navenda bajêr pîşesazî/febrîqe nîne.

Ozdemîr got, "Ciwan ji xwe di nava şert û mercên gelekî giran de hewl didin jiyana xwe dewam bikin. Dema dawî bi krîza aboriyê re jiyana ciwanan û malbatên wan girantir bû. Li Colemêrgê ji ber ku derfetên kar nîne, mixabin ciwanên me neçar dimînin ku koçî bajarên cuda bikin. Colemêrg di nava krîza herî giran a aboriyê de ye."

CIWANÊN COLEMÊRGÎ JI BO KAR KOÇ DIKIN

Mûhlîs Aslan (26) diyar kir ku ciwanên ji bo kar koçî bajarên Stenbol, Enqere û Îzmîrê dikin neçar dimînin ku bi mûçeyekî gelekî kêm bixebitin û got, "Demên dawî gelek ciwanên me yên li bajarên rojava dixebitin, di qezaya kar de ya dimirin ya jî birîndar dibin. Her wiha gelek ji wan dibin hedefa êrişên nijadperestiyê. Lê belê ji ber ku li Colemêrgê derfetên kar nînin neçar dimînin ku ji bo bixebitin biçin bajarên cuda. Ez jî yek ji van ciwanan im. Li Colemêrgê qed razemenmî nîne. Tê xwestin ku mirov bêkar bimînin û koç bikin."