Civaka Êzidî sibe dest bi 'Rojiyên salê' dike

Sibe, rojiyên civaka Êzidî yên salê destpê dikin. Destpêkê rojiyên Şêşims wê bên girtin. Piştî rojiyên roja Sêşem, Çarşem û Pencşemê wê roja Înê jî Cejna Şêşimsê were pîrozkirin.

Li gorî baweriya Ezdayetiyê, her sal 9 rojan, weke ferz, rojî ji aliyê civaka Êzîdî ve tê girtin. Sibe, destpêka rojiyên îsal e.

Destpêkê, wê rojiya Şêşims bê girtin. Rojî, rojên Sêşem, Çarşem û Pêncşemê tên girtin.

Li gorî vê piştî rojiyên 30'ê Mijdarê, yek û 2'ê Kanûnê, 3'ê Kanûnê roja Înê jî, wê cejna Şêşims, li herdera ku Êzidî lê hene, were pîrozkirin.

Ev yek, wê di 7, 8 û 9'ê Kanûnê de, bi rojiya Xwedanan dewam bike û di 10'ê Kanûnê de jî, wê cejna Xwedanan bê pîrozkirin.

Herî dawî jî, wê di 14, 15 û 16'ê Kanûnê de, rojiya Êzî were girtin û di 17'ê Kanûnê de jî, cejna Êzî ye.

Di van her 3 rojan de, kar û xebat di nava gelê Êzidî de nayê kirin û her kes, tenê ji bo Xwedê duayan dike.

Di dema rojiyan de, civak her wiha xwe ji gelek tiştên nefsî diparêze. Rojî, bi derketina rojê dest pê dike û dema roj diçe ava jî, bi dawî dibe.

Kesên ku nexweş be, yan jî nexweşiyek wan a taybet hebe, yan jî karek wan a lezgîn derkeve û ji mala xwe dûr bikevin, di baweriya Êzidiyan de, ew kes dikarin, rojiyan negirin û li ser wan ne ferz in.
 
Beriya ku Rojiyên Êzî dest pê bikin, gelek kes hene rojiyan li xwe ferz dikin û li xwe qewil dikin, ku rojiyan bigirin.