Berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê bênavber dewam dike

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Avaşînê giran bûye. Berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê jî bênavber dewam dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk de daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

25'ê Cotmehê saet di 19:10'an li herêma Zapê hêzên me li 3 helîkopteran dan ku hewl didan ji qada Tîpa T ber bi qada Banistayê ve biçe. Di encama vê çalakiya hêzên me de derb li helîkoptereke bi tîpa Skorsky hate xistin. Saet di 19:30'î de jî 2 helîkopterên êrişê yên dixwestin derbasî qada Tîpa T bibin, bûn hedefa hêzên me. Di encama vê destwerdana serketî ya hêzên me de helîkopterên êrişê neçar man ji herêmê biçin û liv û tevgera helîkopteran a li qadê rawestiya. Ev çalakî ji bo bîranîna salvegera şehadeta fermandara me ya nemir hevrê Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) hate kirin.

Li herêma Avaşînê, li qadên Girê Kartal û Werxelê, operasyona dewleta Tirk a dagirker û berxwedana hêzên me bi rengekî bênavber dewam dike. Ne tenê li Girê Kartal şer li rêzgirên herêmê li qadeke berfireh bi tundî dewam dike. Şer ji Girê Kartal heta qada Stûnê belav bûye.

Li gorî vê yekê;

25'ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker xwest bi wesayiteke bombebarkirî û kamera li ser bicihkirî êrişî qada berxwedanê ya Girê Kartal bike. Bi lêdana derbên Berxwedêrên Kartal ev wesayit tevî teqemenî û kameraya li ser îmha bû.

25'ê Cotmehê nava rojê, artêşa Tirk a dagirker dema ku dixwest xwe nêzî tunelên şer ên li qada berxwedanê ya Kartal bike, hêzên me 3 caran lê dan. Dagirkerên ku bi destwerdana hêzên me re nekarîn bi pêş ve biçin 4 caran bi teqemeniyan û 3 caran jî bi çekên kîmyewî êriş kirin.

25'ê Cotmehê saet di 14:30'î de artêşa Tirk a dagirker hewl da droneyek bi teqemeniyan barkirî bi ser qada berxwedanê ve bişîne. Bi destwerdana hêzên me re drone hate îmhakirin.

25'ê Cotmehê ji saet 20:00 û vir ve artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran bombeyan li qada berxwedanê ya Werxelê dibarîne.

25'ê Cotmehê saet di 11:00 de li herêma Xakurkê qada Girê Şehîd Hawar a ser bi Goşîneyê bi balafirên şer hate bombekirin."