Banga pisporan a bêhndayînê ya ji bo bipêşvebirina jîriya çêkirî

Piştî ku di warê jîriya çêkirî de, nivîsbariya nû ya bi navê ChatGPT derket, pisporan xwest ku ji bo çêkirina pergalên ewlehiyê bi 6 mehan bêhn bê dayîn.

Di danezanekê de ku li ser malpera dutureoflife.orgê hat weşandin, ji bo çêkirina pergalên ewlehiyê daxwaza bêhndayînê hat kirin. Pisporên metin îmze kir, îşaret bi wê yekê kir ku rîskên jîriya çêkirî ji bo mirovahiyê, gelek in.

Xwediyê Twitterê û avakerê SpaceX û Teslayê Elon Musk û nivîskarê “Sapiens“ Yuval Noah Hararî jî danezan îmze kir.

Kesên danezan îmze kiriye, tirsa wan ew e ku jîriya çêkirî ku ji kontrolê derketiye, bi pêşiya mirovan bikeve. 

Sam Altman ku ChatGBPT sêwirandiye, diyar kir ku heke ji bo dezenformasyon û êrîşên sîber bê bikaranîn, tirsnak e.

Sam Altman ku bi ABCNews’ê re axivî û got: “Ji bo civak adapte bibe, pêdivî bi demê heye.“